'Berpirsyarên gotinên li dijî elewiyan serkarê desthilatê ne' 2022-02-11 15:10:25   EDENE - Platforma Elewiyan a Edenê, bertek nîşanî gotinên nefretê yên kesê bi navê Yakûp Tîlkî yên li ser medya sanal da û ev tişt got: "Berpirsyarê gotinên bi vî rengî yên li dijî elewiyan di asta yekemîn de serkarê desthilatê ne."   Kesê bi navê Yakûp Tîlkî, li Kocaeliyê li ser hesabê xwe yê medya sanal weşaneke zindî kiribû û heqeratê li welatiyên elewiyê kiribûn. Tîlkî, gotibû ku ew ji welatiyên elewî hez nake û xwestibû ku wî temaşe nekin û çêran li wan kiribûn. Ji ber van gotinên xwe Tîlkî bi sûcdariya "sewqkirina gel a neyartî û kînê" hatibû binçavkirin û biheman sûcî hatibû girtin.    'JI DESTHILATÊ HÊZ DIGIRIN'   Platforma Elewiyan a Edenê, derbarê van gotinên Tîlkî de li Navenda Çandê ya Selman-î Pak daxuyanî da çapemeniyê. Parlamentera HDP'ê ya Edenê Tulay Hatîmogûllari û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên bajar jî tevlî daxuyaniyê bûn û piştgirî dan daxuyaniyê. Berdekvê Demê yê Platformê Sitki Keskîn, di daxuyaniyê de axivî û gotinên Tîlkî şermezar kir. Keskîn, diyar kir ku kesên mîna Tîlkî ji desthilatê hêz digirin û wiha got: "Berpirsyarê gotinên bi vî rengî yên li dijî elewiyan di asta yekemîn de serkarê desthilatê ne."   'DEV JI ZIMANDIRÊJIYÊ BERDIN'   Parlamentera HDP'ê Tulay Hatîmogûllari jî axivî û got ku polîtîka û gotinên desthilatê dibin sedema êrişên li ser elewiyan û xwest ku desthilat û dijminê elewiyan dev ji zimandirêjî, heqaret û tune hesibandina baweriya elewiyan berdin.