Nobeda Edaletê ya Wanê di roja 63'yan de ye 2022-02-11 17:05:58   VAN - Xizmên girtiyan di roja 63'yan a Nobeda Edaletê de bang kirin: "Zilam li girtîgehan bibînin."    Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan a li Baroya Wanê di roja 63'yan de ye. Îro Dilşah Alkan, hevjîna girtiyê nexweş Îbrahîm Alkan ê di Girtîgeha Wanê ya Tîpa F'yê de, Emîne Demîragaç, dêya girtî Malîk Demîragaç ê di Girtîgeha Bandirma ya Tîpa F'yê de û Kazim Tîmûr, bavê girtî Botan Tîmûr ê di Girtîgeha Wanê ya Tîpa F'yê de Nobeda Edaletê girtin. Rêvebirên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Erdîşê û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Erdîşê û xizmên girtiyan îro serdana Nobeda Edaletê kirin.    ‘EM LI EDALETÊ DIGERIN'   Hevseroka HDP'ê ya Erdîşê Fatma Serhatli di serdanê de axivî û got: "Bila her kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe. Lêgerîna me, lêgerîna ji bo edaletê ye. Bila dengê dayikên me yên doza edaletê dikin bê bihîstin. Em dixwazin tevahiya gelê me piştgiriya vê nobedê bike. Êdî divê her kes zilma li girtîgehan bibîne."    ‘EM PIŞTGIRIYA BERXWEDANÊ BIKIN'   Hevserokê DBP'ê yê Erdîşê Haydar Tenîk jî komploya 15'ê Sibatê ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Êdî divê bala gelê me hemû li ser hevalên me yên girtî be. Li wir berxwedaneke mezin heye. Em divê piştgiriya wê berxwedanê bikin û bar tenê li ser pişta wan nehêlin."