Kesên di jêrzemînên Cizîrê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn 2022-02-11 17:16:44   MÛGLA - Hevseroka HDP'ê ya Mîlasê ya berê Derya Koç ku li Cizîrê di jêrzemîneke hovîtiyê de hatibû qetilkirin, hat bibîranîn.    Li Mûglayê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mîlasê, ji bo Hevseroka HDP'a Mîlasê ya berê Derya Koç ku li Cizîrê di dema qedexeya derketina derve ya di 14'ê Kanûna 2015'an de hatibû îlankirin de hatibû qetilkirin, çalakiyek bîranînê li dar xist.    Bîranîn li avahiya HDP'ê ya Mîlasê hat lidarxistin. Malbata Derya Koçê, rêvebirên HDP'ê yên Mûglayê, Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Kesk a Çep jî di nav de gelek kes tevli bîranînê bûn. Lê hêwana bîranînê wêneyên Koçê hatin daliqandin û mûmik hatin vêxistin.   Piştî rêzgirtinê Hevseroka HDP'ê ya Mûglayê Fûlya Erdogan axivî. Erdogan, kesên di jêrzemînên Cizîrê de hatin qetilkirin bibîr anî.    Bîranîn bi nîşandana sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna Koçê bi dawî bû.