Yuksekdag: We edaletê li çarmixê da, hûn ê bi ser nekevin 2022-02-11 18:22:33   ENQERE – Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag bertek nîşanî îfadeyên şahidên nepen ên Doza Kobaniyê da û got: "We edaletê li çarmixê da. Hûn ê bi ser nekevin."    Danişîna 9'an a Doza Kobanê di roja 8'an de li Kampusa Girtîgeha Sîncanê dewam kir. Endamên Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê, parlementerên partiyê, rêvebirên HDP'ê yên Enqereyê û gelek parêzer tevli danişîna li Dadgeha Cezayê Giran a 22'yan a Enqereyê bûn. Siyasetmedarên di Girtîgeha Sîncanê de anîn hêwana danişînê û siyasetmedarên di girtîgehên cuda de jî bi rêya SEGBÎS'ê tevli danişînê bûn. Hin siyasetmedar jî ji ber hin pirsgirêkan tevli danişînê nebûn.    Piştî navberê danişîn bi beyanên parêzeran dewam kir.    Piştî parêzran endamê Pena-Kurd Nezîr Çakan axivî. Çakan, destnîşan kir ku ji xeynî beyanên şahidan derbarê wî de tu delîl tune ne û got: "Ez cotkarek im û li gund dimam. Her wiha ez helbestvan im. We min bi îfadeyên derewîn, bi xerakirina yekîtî û yekpareyiya dewletê sûcdar kir. Gelo min li fûara pirtûkan bi îmzekirina pirtûkan yekîtiya dewletê xera kir? Gelo min bi cotkariyê yekîtiya dewletê xera kir? Tu delîlek tune ku girtina min piştrast bike. Ez doza berdanê dikim."    Piştî parêzerê Çakan, endama Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê Zeynep Olbecî, parastin kir. Olbecî, parastina xwe bi kurdî kir. Olbecî got: "Heyetê mîkrofona min girt. Gava bixwazin, dixwazî wergêr hebe yan jî tune be mafê gotinê didin, lê gava bixwazin jî gotina min dibirin. Li vira jî zextên li ser zimanê me didomin. Ez vê helwestê qebûl nakim. Demek berê ji Bakirkoyê hatim. Gava li wir bûm hard-dîsk şandin. Keys çêbû ez sê caran li hard-dîskê mêze bikim û paşê min biryar da werim vira. Hard-dîska min li wir ma û dixwazim wê bişînin vira. Min bi rêya hevalên xwe di wan hard-dîskan de dît ku bê li Amedê mirov çawa hatine kuştin. Ez ê piştî bidestxistina agahî, belge û vîdeoyên di wan de parastina xwe bikim."    Paşê Endama Desteya Rêvebir a Navendî ay HDP'ê Zeynep Karaman parastin kir. Karaman, parastina xwe bi kurdî kir. Karaman got, anî ziman ku nû ji Girtîgeha Edîrneyê hatiye û tu hard-dîsk nehatine vira. Karaman, bilêv kir ku parêzerê wê ne li vira ye û pir en serwextê dozê ye. Karaman, di berdewama parastina xwe de destnîşan kir ku ew ji bo siyaseteke demokratîk xebatên xwe didomînin û got: "Xebatên me yên ji bo azadiya jinê û wekheviyê didomin. Her wiha daxwazên me hene ji bo meseleya kurdî bi awayekî demokratîk bê çareserkirin. Mesele meseleya hemû gelan e. Meseleya ciwanan, karkeran, dîndaran, kedkaran e. Lê ev îdianame naxwaze ev mesele bê helkirin. Em naxwazin dadgeh berbayî armancên îqtidara siyasî bikeve. Ev doz, dozeke ku dixwazin HDP'ê tasfiye bikin. Bi her awayî hiqûqeke dijminatiyê pêk tê. Em dixwazin biryareke adil bê dayîn. Tu hincetek tune ji bo ragirtina me ya li vira. Doza berdanê dikim."    Meryem Adibellî diyar kir ku naxwaze di vê danişînê de biaxive û xwest parêzerê wê biaxive.    Pervîn Odûncû jî destnîşan kir ku tekane daxwaza wê darizandinek adil û bêalî ye.    Paşê Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekda bi rêya SEGBÎS'ê tevli danişînê bû. Yuksekdag, destnîşan kir ku heya krîza şahidê nepen ya duh rû da neyê çareserkirin domandina vê dozê ne pkan e. Yuksekdag got: "Nepêşbîniya vê dozê hat piştrastkirin. Tu îtibar û rewabûnek wê tune ye. Hûn jî baş dizanin li vira bi navê darizandinê tiştek tune ye. Hûn vê yekê her roj piştrast dikin. Ne darizandin e, tu dibêjî qey nivîsa 'Dibe hirç derê pêşiya we' ya li Kastamonûyê ye. Em û parêzerên me deraqiliya li vira dibêjin, lê hûn li gor salnameya xwe tevdigerin û hewl didin em di vê pêvajoyêd e asê bikin. Plana we ya ku hûn vê dozê di demeke kurt de biqedînin xera bû. Êdî hûn evgeriyan stratejiya domandina heta bi hetayê."    Yuksekdag, di berdewama parastina xwe de bilêv kir ku pergala bêedaletiyê êdî bi sazûman bûye û her biryareke heyeta dadgehê çarenivîsa welêt diyar dike û got: "Lê ev keştî êdî wisa nameşe."    Yuksekdag,  got: "Me li Enqereyê, li Pirsûsê, li Dîlokê li orta hêwana dawetê cenaze rakirin. Em li avahiyên partiyên xwe rastî êrişên alçaxan hatin. Ev alçax ji aliyê polîsan ve hatin parastin. Ger hiqûq hiqûq be, dê HDP'ê biparêze, lê hûn tirsonek in. We têgiha edaletê bi sînorên xwe yên tabelayê li dîwarê dadgehan li çarmixê da. Ê wê çarmixê daxîne em in. Ger bi awayekî şiklî be jî, divê hûn vê bêhiqûqtiyê bisekinîn. Hûn bi van derewan û durîtiyê dixwazin krîza siyasî çareser bikin. Lê hûn ê bi ser nekevin. Dê hiqûq bê vî welatî, dê edalet bê. Em ê wan rojan bibînin, hûn jî bibînin.'    Piştî Yuksekdagê, Gultan Kişand axivî. Kişanakê jî ji bo domandina kûmpasê kûmpasine xelekî yên nû lê hatien zêdekirin û got: "Em ê bibînin, bê derew çawa diqedin, bê heqîqet çawa eşkere dibe. Ne ji ber ku hêviyek me ji vê heyetê heye em xeber didin. Em û parêzer şaşiyên tên kirin û tiştên dijî hiqûqê tên kirin rêz dikin ji roja ewil de. Lê hûn, wekî tu tişt nehatibe gotin guhên xwe digirin. Ger ev bêhiqûqîtî li bin ehv bên nivîsandin dê ji Enqereyê heya Kocaeliyê dirêj bin. Senaryoyeke xirab hatibû nivîsandin û we wê wekî îdianameyê qebûl kir. Niha jî hûn dixwazin ser derewên kifş bûn bigirin. Ez wî şahidê nepen nas dikim. Ez kesên ji sibehê heya êvarî di çapemeniyê de qamê dikin, her êvar temaşe dikim. Wer xuya ye kaxizek dane we. Min bi salan rojnamevanî kir, ez ew qas rast xeber didim, peyvek netekûz jî tune ye. Dewletê ew îfade danî wir, dewletê. Li Tirkiyeyê siyaset dîskorsekê çêdike û îqtidar jî derbarê wan siyasetmedarên ne li gor dilê xwe fermanê dide."    Danişîn bi parastina siyasetmedaran didome.