ROJEVA 12'Ê SIBATA 2022'YAN 2022-02-12 09:00:00 * Dema ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê hatiye kirin, Ocalan ji bo têkoşîna azadiyê ya jinên kurd wiha digot: “Projeya min a nîvcoyî ma yî.” Têkoşîna azadiyê ya jinên kurd li dijî pergala baviksalar a kapîtalîst, bi pergala xweseriya demokratîk ku li Rojhilata Navîn aj da re ji bo hemû cîhanê bû hêviyeke nû.  * Sefarên li Samanpazariyê diyar kirin ku ji ber krîza aborî nikarin kar bikin û gotin: "Fiyet û maliyet biha bûne, firotin kêm bûye. 10 sal bi şûn de wê tu tişt nemîne."    * Dilşah Alkan ku bi salan e li dijî polîtîkayên çewisandinê yên dewletê têdikoşe, niha jî ji bo hevjînê wê yê girtî û nexweş Îbrahîm Alkan bê berdan di Nobeda Edaletê de ye. Alkan got: "Heya edalet pêk bê em ê çalakiya xwe bidomînin."    * Mehmet Bînîcî ku ji Girtîgeha Riha ya Tîpa F'yê derket, anî ziman ku gardiyanan her roj davêt ser odeyên wan, girtiyên nexweş nedihatin dermankirin, radyoyên ji kantînê distendin ji wan dihatin stendin, cezayê hucreyê li wan dihat birîn, zivistanê ceryan dihat qutkirin, kalorîfer nedihatin vêxistin û av dihat birîn.    * Girtîgeha Îmraliyê ya ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 23 sal in tê de ye, çendî hîmê xwe ji Girtîgeha Gûantanamiyê wergirtibe jî û hin hêlên wan bişibin hev du jî, lê îro ro li seranserê cîhanê mînakek wekî wê tune ye.    * Bi ser qetilkirina zaroka 13 salî Fatma Eraslan a di qedexeyên derketina derve de 6 sal derbas bûn. Dayika Eraslan anî ziman ku baweriya wê bi edeletê nema ye û got: “Heta niha ji tu kesî re edalet nehatiye ku ji me re bê. Ji ber wê hêviya min ji edaletê nema ye.”   * Welatî û esnafên li Kadikoyê li hember bihabûnê bertek nîşan dan û anîn ziman ku sedemên bihabûnê polîtîkayên îktidarê yên xelet in û gotin ew bi tirs li benda hatina fatûreyên xwe ne.    * Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 341’emîn de berdewam dike.   * Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Îzmîrê, ji bo 4’emîn Kongreya xwe ya Asayî ku dê sibê pêk bîne dê li avahiya xwe civîneke çapemeniyê li dar bixe. (11.00)    * Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar wê tevlî kongreya navçeya Nisêbînê ya partiya xwe bibe. (11.00) ZINDΠ   * Xizmên windayan û Şaxa ÎHD’a Amedê bi daxwaza “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin”, di hefteya 679’emîn de dê li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Koşuyolu Parkê çalakiya xwe bikin. (12.00) ZINDÎ   * Ji bo pirsîna aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin û darizandina kujerên wan, Dayikên Şemiyê di hefteya 881’emîn de jî dê çalakiya xwe bikin. Çalakî dê online pêk bê. (12.00)   * Nobeta Edaletê ya ku xizmên girtiyan li baroyên Amed û Wanê daye destpêkirin didome. (13.00-16.00)   * Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş wê li ber Konak Eskî Sumerbankê daxuyaniyê bide. (13.00)    * Çalakiya “Rûniştina F” ku her hefteyê ji bo balê bikişînin ser tenduristiya girtiyên nexweş tê lidarxistin, dê di hefteya 516’emîn de li Şaxa ÎHD’a Stenbolê bê lidarxistin. (13.30)   * Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî di hefteya 388’emîn a çalakiya xwe de dê li pêşiya Şaxa ÎHD’a Enqereyê daxuyanî bide. (13.30)   * Şaxa ÎHD’a Stenbolê wê têkîldarî Doza Komkujiya Pirsûsê li avahiya komeleya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (14.00)   * Endamên Meclîsa Jinan ên HDP’ê, di serî dê Aysel Tûglûk têkildarî girtiyên nexweş wê li Şîrîn Park Otelê ya li Edeneyê bi jinên hiqûqnas re werin gelhev. (14.00-19.00)   * Hevserokên DBP'ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir wê di çarçoveya amadekariya kongreyê de beşdarî civînên gel ên li navçeya Ceyhana Edeneyê û Îskenderûna Hatayê bibin. (14.00-21.00)    * Rêxistina HDP’a Pirsûsê wê têkildarî komploya navnetewî li avahiya partiya xwe civîna gel li dar bixe. (14.00)