Li Girtîgeha Rihayê pêkanînên dijmirovî! 2022-02-12 09:10:44 RIHA - Mehmet Bînîcî ku ji Girtîgeha Riha ya Tîpa F'yê derket, anî ziman ku gardiyanan her roj davêt ser odeyên wan, girtiyên nexweş nedihatin dermankirin, radyoyên ji kantînê distendin ji wan dihatin stendin, cezayê hucreyê li wan dihat birîn, zivistanê ceryan dihat qutkirin, kalorîfer nedihatin vêxistin û av dihat birîn.    Mehmet Bînîcî ku di 2'yê Kanûna 2016'an de li Rihayê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin û di 27'ê Çileya 2022'yan de ji Girtîgeha Riha ya Jimare 2'yan a Tîpa T'yê derketibû, behsa çewisandinên li girtîgehê kir.    'AVÊTINA SER QAWÎŞAN'   Bînîcî, bilêv kir ku ji 7'ê Cotmeha 2021'ê ve li girtîgehê konsepteke nû dest pê kiribû û vê konseptê şiband tiştên di dema derbeya 12'ê Îlona 1980'yî de li Girtîgeha Amedê qewimîn. Bînîcî, got: "Zindan cihên pîroz in. Ji bo vîna li wir bişikînin, di 7'ê Cotmehê de dest bi konseptek nû kirin. 60-70 gardiyan avêtin ser qawîşên me. Bêyî tiştekî bipirsin êriş anîn ser me. Ev êriş fizîkî û derûnî bûn. Eynî wekî êrişên 12'ê Îlonê. Gelek hevalên me birîndar bûn."    Bînîcî, destnîşan kir ku ji wê rojê heya roja hatiye berdan ev zext û zorî hebûne û got: "Rojê 2 caran davêtin ser odeyên me. Ode belawela dikirin. Heqaret dikirin. Tu tişt tamûl nedikirin. Hevalên me sirgûn dikirin. Gava em li ber van sirgûnan radibûn cezayê dîsîplînê li me dibirîn. Serê kesekî deh roj cezayê hucreyê birîn. Li qawîşa me cezayê hucreyê li 5 hevalan birîn. Li yên din jî 10-20 roj ceza birîn."    CEZAYÊ JI BER STRANA KURDÎ   Bînîcî, bilêv kir ku ji ber ku di 27'ê Mijdarê de govend gerandine û bi kurdî stran gotine îdareyê tahde li wan kiriye û got: "Ji ber vê cezayên hevdîtinê li hin hevalan birîn. Bi vî awayî xwestin me û malbatên me ceza bikin."    'ME LI BER XWE DA'   Bînîcî, destnîşan kir ku roja hevdîtinan bi zanebûnî dest bi lêgerînê dihat kirin û ev lêgerîn serê sibê saet di nehan de dest pê dikir heya dudoyê esir dewam dikir. Bînîcî got: "Li derve jî malbatên me ceza dikin. Lewma me nedixwest malbat bên." Bînîcî, bilêv kir ku hevalên pirtûk dinivîsandin û ji bo pirtûka xwe şablon çêdikirin cezayê hucreyê li wan hatine birîn û got: "Dixwestin bibêjin 'Em ê nehêlin hûn ji vê girtîgehê derkevin, em ê înfazên we bişewitînin.' Lê me qebûl nekir û me her roj li ber xwe da."    DEST DANÎNE SER RADYOYÊN WAN   Bînîcî, anî ziman ku radyoyên ku ji kantîna girtîgehê kirîne di dema avêtins er qawîşan de ji wan stendine û ji ber van radyoyayn 10 roja cezayê hucreyê li wan hatiye birîn.    '2 ROJAN LI BER SERMAYÊ MANE'   Bînîcî, destnîşan kir ku di dema pandemiyê de li girtiyên diçûn nexweşxaneyê muayeneya bi awayekî destkelemçekirî li wan hatiye ferzkirin û ji ber vê girtiyan nedixwets tedawî bibin.    Bînîcî, bilêv kir ku rewşa girtiyên nexweş nebaş bûye û berî bê berdan bi 2 rojan berf hatiye, lê kalorîfer nehatine vêxistin û got: "Rewşa hevalê me Bazo Yilmaz nebaş bû. Nexweşîna KOAH'ê pê re heye. Di wan her du rojên sar de rewşa wî pir xirab bû. Pir sar bû. Ne ceryan hebû, ne jî av. Ne jî kalorîfer vêdixistin."    'DIVÊ BÊN TEDAWÎKIRIN'   Bînîcî, destnîşan kir ku divê girtiyê nexweş Bazo Yilmaz û Bayram Demîrhan ê çavek wî kor bûye û çavê din jî hindik maye kor bibe demildest bên etdawîkirin.    Bînîcî bang li gel kir û xwest her kes bibe dengê girtiyan.    MA / Mujdat Can