HDP’ê ji bo girtîgehan di mehekê de 203 caran serî li ÎHÎK’ê da 2022-02-12 12:07:03   ENQERE - Ji bo ku balê bikişînin ser binpêkirinên li girtîgehan û rewşa girtiyên nexweş, HDP’ê 203 caran serî li ÎHÎK’ê da û 281 caran jî pêşnûmepirs da meclisê.    Her ku diçe binpêkirinên li girtîgehan zêdetir dibin. Gelek mafên girtiyan bi hinceta pandemiyê tên bisînorkirin, girtiyên nexweş nayên dermankirin û li hêla din jî binpêkirinên wek biserdegirtina qawîşan, nêzikatiya xerab û îşkenceyê jî her ku diçe zêdetir dibin. Heta niha ji gelek girtîgehan derheqê binpêkirinên heyî de ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) re serlêdan hatin kirin. Ji ber van serlêdanan, HDP’ê xebatên cuda meşandin û ji bo cihên pêwendîdar serlêdan kirin.    Parlamenterên HDP’ê ji ber binpêkirinên tên ragihandin, li rexekî pêşnûmepirsan didin meclisê û li rexa din jî serî li Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê (ÎHÎK) dan.    203 SERLÊDAN    Hat zanîn ku HDP’ê di meha çileyê de ji ber binpêkirinên li girtîgehan, 281 pêşnûmepirs û 16 pêşnûmeyên lêkolînê dan meclisê. Her wiha 203 caran jî serî li ÎHÎK’ê da. Ji ber serlêdanên binpêkirinan, 19 caran serî li girtîgehan da û 17 caran jî bi rêveberiyên girtîgehan re hevdîtin kirin.    Di heman demê de ji ber binpêkirinên heyî û rewşa girtiyan 35 caran çû serdana malbatan û ji bo ku balê bikişîne ser binpêkirinan û rewşa girtiyên nexweş jî 24 caran jî civînên çapemeniyê li dar xist û daxuyanî dan.