Serlêdanên Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe dest pê kirin 2022-02-12 14:38:42   STENBOL - Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe yên 25’emîn dest pê kirin.    Ji bo bîranîna Nûçegihanê Rojnameya Evrenselê Metîn Goktepe û rojnamegerên li ser karê xwe hatine kuştin û ji bo teşwîqakirina rojnamegerên ciwan ku rojnamegeriyeke heqîqetê esas digire bikin, her sal Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe tên dayîn. Serlêdanên Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe yên 25’emîn dest pê kirin.    Navê jûriya ku dê rojnamegerên xelat wergirtîn diyar bike jî ev in: Celal Başlangiç, Hale Gonultaş, Îpek Ozbey, Mehveş Evîn, Mûrat Sabuncu, Nazim Alpman, Serpîl Îlgun û Zana Kaya.   ŞERTÊN TEVLIBÛNA PÊŞBIRKÊ   Pêşbirk, ji beşên Nûçe (nûçeyên nivîskî- bidîmen), Wêne û Rojnamegeriya Herêmî pêk tê. Kesên ku dê serî li pêşbirkê bidin, dikarin bi berhemên xwe yên di navbera 10’ê adara 2021’an û 10’ê adara 2022’yan de hatine weşandin, serî lê bidin.    Berhemên nivîskî divê bi formata PDF’ê û yên bidîmen jî bi rêya wetransferê bên şandin. Nûçeyên li ser malperên înternetê hatine weşandin jî dê di kategoriya nûçeyan de bên hesibandin. Divê lînka van nûçeyan bê şandin. Kesên di beşa wêneyan de beşdarî pêşbirkê dibin, divê wêneyê xwe li ser maîlê bişînin û li gel berhema xwe, her wiha navê berhemê, cih û dîroka lê hatiye kişandin jî destnîşan bike.    Her wiha divê kesên beşdarî pêşbirkê dibin kurteçîroka xwe, peywendiyên ragihandinê û wêneyekî xwe binivîsin û bişînin. Divê ev agahî heta 14’ê adara 2022’yan ji vê navnîşanê re werin şandin: gazetecilikodulleri@gmail.com  Xelatên kesên bi ser ketîn dê di rojbûna Metîn Goktepe de anku di 10’ê nîsana 2022’yan de bên dayîn.