Xetere li ser jiyana girtiya nexweş Fatma Ozbay heye 2022-02-12 15:51:39 STENBOL - Di çalakiya “Rûniştina F” a vê hefteyê de çalakvanan bal kişand ser girtiya nexweş Fatma Ozsoy ku nexweşiya penceşêra pêsîrê ye. Çalakvanan da zanîn ku divê Ozbay li derve were dermankirin.  Komîsyona Girtîhan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, ji bo ku balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, her hefteyê çalakiya “Rûniştina F” dikin. Çalakiya hefteya 516’emîn jî li pêşiya avahiya komeleyê hat kirin. Di rûniştina vê hefteyê de bal kişandin ser girtiya nexweş Fatma Ozbay a 56 salî ku 24 sal in di girtîgehê de ye.    SEPANÊN KEYFΠ   Endama Lijneya Rêvebir a ÎHD’ê Hatîce Korkmaz di çalakiyê de axivî û bal kişand ser binpêkirinên li girtîgehan. Korkmaz diyar kir ku li girtîgehan sepanên keyfî hene û wiha domand: “Binpêkirinên giran hene. Nahêlin ku girtî bên dermankirin. Sepanên heyî ewqas hatine girankirin ku xetereyê li ser jiyana girtiyan çêdike.”   GELEK NEXWEŞÎ LÊ PEYDA BÛNE   Di berdewamê de jî Korkmaz bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Fatma Ozbay û ev agahî parve kirin: “Rewşa Ozbay ku nexweşiyên penceşêra pêsîrê û polîpiya rûviyan lê heye, kezeba wê dohn girtî ye, mîgren lê heye, fitqa piştê û ya stû bûye û gelek nexweşiyên din ên girêdayî van nexweşiyan jî lê peyda bûne. Derfetên li girtîgehê rê nadin ku Ozbey li wir bê dermankirin û ev jî xetereyeke mezin li ser jiyana wê çêdike. Li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Herêmê ya Erziromê hat emeliyatkirin û memikê wê yê çepê hat jêkirin. Tevî ku di 27’ê hezîrana 2018’an de 8 caran tedawiya kemoterapiyê û 25 seansan jî radyoterapî dît, baş nebû. Tevî vê rewşa wê ya giran, ji bilî kişandina çend fîlman, qet nehat dermankirin.”    NEBIRIN NEXWEŞXANEYÊ    Korkmaz diyar kir ku di sala 2020’an de Ozbay ji bo dermankirina memikê wê yê rastê, birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Katîp Çelebî ya Îzmîrê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Piştî kişandina ultrason û mamografiyê, hat xwestin ku biyopsiya wê bê kirin. Lê bi hinceta ‘komputer têk çû’, Çinar şandin girtîgehê. Piştre jî qet nebirin nexweşxaneyê. Xwîşka wê dibêje ku rewşa Ozbay her roj xerabtir dibe û êdî nikare sexbêra xwe bike. Parêzerê Ozbay jî ji ber van nexweşiyan gelek caran name û daxwazname ji Wezareta Edaletê, Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr û Meclisê re şandin. Lê tu bersivek nehat dayîn. Divê girtiyên nexweş bên berdan û dermankirin. Banga me li raya giştî ew e ku di vê mijarê de bihestiyar tevbigerin.”