Xwîşka du windakiriyan: Ez naxwazim wêneyên birayên min bêxwedî bimînin 2022-02-12 16:51:58 AMED/ÊLIH - Îffet Mutaş ku beşdarî çalakiya xizmên windakiriyan a li Amedê bû, aqûbeta birayên xwe Mehmet ê di sala 1993’yan de bi cînayeteke kiryarnediyar hatibû qetilkirin û Alî Tekdag ku hatibû windakirin, pirsî. Mutaş got: “Ez naxwazim wêneyên birayên min bêxwedî bimînin.” Li Êlihê jî çalakiya malbatan bi hinceta qedexeyê hat astengkirin.    Xizmên windakiriyan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê ji bo dîtina windakiriyan û darizandina kujerên wan, di hefteya 679’emîn de jî çalakiya xwe li dar xist. Çalakî li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyoluyê hat kirin. Di çalakiyê de pankartên “Bila windakirî bên dîtin û kujerên wan bên darizandin” hatibû vekirin û di destê çalakvanan de jî wêneyên windakiriyan hebûn. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta birayên hev Mehmet û Alî Tekdag hat pirsîn.    HEVRÛBÛNA BI RABÛRDIYÊ RE    Di çalakiyê de Alîkara Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Ezgî Sila Demîr axivî û diyar kir ku ev nêzî 40 sal in gelek dewlet ji bo ku pergaleke demokratîk ava bikin, bi rabûrdiya xwe re hevrû dibin û wiha dom kir: “Lê li Tirkiyeyê tu desthilatdarî guh nedan vê yekê. Ji salên 90’î heta niha li pêşiya vê bîrdariyê, ji bo kesên hatine windakirin, bi îşkenceyê hatine kuştin û windakirin edalet tê xwestin.”   ‘DIVÊ GIRTIYÊN NEXWEŞ BÊN BERDAN’   Di berdewamê de Demîr bal kişand ser rewşa siyasetmedar Aysel Tugluk û wiha got: “Tugluk bi salan têkoşîna demokrasî, edalet û azadiyê da. Ji 2016’an ve jî di bin şert û mercên îşkenceyê de dimîne. Wekî hûn jî dizanin, 9 meh berê dayika Tugluk rehmet kir û Tugluk beşdarî merasîma cenazeyê bû. Lê nîjadperestan êrişî cenaze kir û vê yekê birînên xedar di Tugluk de vekirin. Bi pêşketina nexweşiya wê re êdî her tiştî ji bîr dike. Banga me ji bo ATK’ê ew e ku raporeke bêalî amade bike û Tugluk bê berdan. Em dixwazin hemû girtiyên nexweş bên berdan.” Piştre jî axaftina Tugluk a di çalakiyeke xizmên windayan a di 7’ê gulana 2012’an de hat guhdarîkirin.    SERPÊHATIYA DU BIRAYAN   Piştre jî serpêhatiya birayên hev Mehmet û Alî Tekdag ji hêla xwîşka wan Îffet Mutaş ve hat vegotin. Mutaş da zanîn ku birayê wê Alî di serdemeke herî tarî de hatiye windakirin û kujerên Mehmet Tekdag jî hêj nehatine girtin. Mutaş axaftina xwe wiha domand: “Di sala 1993’yan de ku mirov li nava kolanan dihatin qetilkirin û windakirin. Birayê min Mehmet, di 12’ê sibata 1993’yan saetên piştî nîvro de bi giranî hat birîndarkirin. Dema dibirin nexweşxaneyê, di rê de jiyana xwe ji dest da. Birayê min Alî jî di sala 1994’an de li Deriyê Çiyê hat revandin. Em du mehan lê geriyan lê piştre em ji rojnameyê hîn bûn ku hatiye kuştin. 24 rojan hatiye îşkencekirin û piştre birine Farqînê. Ez kengî biçim Farqînê, her tim wiha dibêjim; ‘Ez dizanim Alî ku gora te li vir e lê nizanim tu li ku yî. Tu min dibînî lê ez te nabînim.’ Di rojnameyê de digotin ku hatiye şewitandin û wisa hatiye veşartin. Ji wê rojê ve ez li hestiyên birayê xwe digerim. Dixwazim hestiyên birayê xwe bidim ber singa xwe. Ez naxwazim wêneyên wan bêxwedî bimînin lewma dê heta dawiyê van wêneyan her bilind bikim.”  Piştî axaftina Mutaş, çalakiya rûniştinê hat kirin û çalakî bi çepikan bi dawî bû.    ÊLIH    Xizmên windakiriyan û rêveberên ÎHD’a Êlihê jî di hefteya 516’emîn a çalakiya xwe de bi dirûşma “Bila windakirî bên dîtin û kujerên wan bên darizandin” çûn pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê. Malbatan xwestin li vir daxuyaniyê bidin lê bi hinceta qedexeya walîtiyê, destûr nehat dayîn. Lewma malbat neçar man ku daxuyaniya xwe li avahiya ÎHD’ê bidin.    Di daxuyaniyê de Hevserokê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê parêzer Devran Yildiz bertek nîşanî qedexeyê da û got ku ev biryar, biryareke derhiqûqî ye.    AQÛBETA EFEOGLU PIRSÎN   Di daxuyaniya vê hefteyê de serpêhatiya xwendekarê Zanîngeha Yildiz Teknîkê Ayhan Efeoglu (25) hat vegotin ku di 6’ê cotmeha sala 1992’yan de ji hêla polîsên sivîl ve li pêşiya zanîngehê hatibû binçavkirin û ji wê rojê ve tu agahî jê nehatine girtin.