Malbatên di Nobeta Edaletê de: Dengê me bibîhisin 2022-02-12 18:00:17   AMED - Malbatên ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin Nobeda Edaletê didomînin bang li hikumetê kirin: “Êdî bes e, cergê me dişewite dengê me bibîhisin.”   Çalakiya ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin li Baroya Amedê dane dest pê kirin di roja 89’emîn de berdewam dike. Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkar a Cemaweriyê (KESK) ya Amedê serdana çalakiya nobetê kir.    Hevseroka Şaxa Egîtîm-Sen a Hejmara 1’an a Amedê Emîne Akşahîn diyar kir ku li her deverê Tirkiyeyê lêgerînên edaletê didomin û wiha got: “Têkoşîn û berxwedana me ya ne ji hev qut berdewam dike. Ev têkoşîn, têkoşîna me hemûyan e. Em jî li qadên xwe vê têkoşînê didin dewamkirin. Ji xwe em bawer in, wê bi têkoşîna hevpar serkeftin were bidestxistin.” Berdevkê demê yê Platforma KESK’ê ya Şaxên Amedê Siraç Çelîk jî di serdanê de diyar kir ku heya li Tirkiyeyê şer dewam bike wê herdu alî jî zirarên mezin bibînin û got: “Aştî û edalet pêwîstiya me hemûyan e û hûn îro ji bo vê li vir amade ne. Ji ber vê jî nobeta we ji bo me hemûyan e. Bila dayikên me bizanin ku ne bi tenê ne.”   ‘CERGÊ ME DIŞEWITE’   Yek ji malbata girtiyan Reşahat Ada jî diyar kir ku ji serdanan kêfxweş in û wiha got: “Em 89 roj in li vir di Nobeta Edaletê de ne. Gelek ji hevalên me jî îro ji ber nexweşiya xwe ne di navbera me de ne. Dayika Hasîne Guler ji ber êş û giriyê xwe çavê xwe wenda dike. Ji çavê xwe emeliyat bûye.  Dayika me Fevzîye Kolakan jî emeliyata dil bûye. Ev rastiya dayikên kurd e. Ji ber êş û azarên dijîn dikevin vê rewşê. Êdî bes e pêwîst e çareseriyek ji me re bibînin. Ez bang li Wezareta Dadê û Serokkomar dikim bila ji bo zarokên me edaletê pêk bînin. Êdî bes e cergê me dişewite. Bila dengê me bibîhizin.”   ‘RAST Û DIRÛST XWARIN JÎ NADINÊ’   Yek ji xizma girtiyan Încî Guler jî da zanîn ku her ku diçin hevdîtinê dibînin ku zextên li ser girtiyan zêdetir dibin û wiha got: “Her ku diçe rewşa girtiyan giran dibe. Em ji bo vê heta Enqereyê çûn. Li wir diyar kirin ku ew ê piştgirîyê bidin daxwazên me. Lê deng ji kesî derneket. Ji zarokên me re dibêjin ‘em ê we bikujin’. Me jî zarokên me jî dikujin. Tu cih weke Tirkiyeyê nîne. Em daxwaza berdana girtiyan dikin. Pêwîst e guh bidin dengê me.”   WAN    Çalakiya Nobeta Edaletê ku girtiyên nexweş ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin bên berdan li Baroya Wanê dane destpêkirin jî di roja 64’emîn de didome. Hevjîna Îbrahim Alkan ê di Girtîgeha Tîpa T a Wanê de tê girtin, Dilşah Alkan, bavê Botan Timûr ê di Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê tê girtin Kasim Timûr beşdarî çalakiyê bûn. TUHAY-DER’ê serdana malbatan kir.      Kasim Tîmûr ê di çalakiyê de axivî diyar kir ku di dosyaya lawê wî yê 6 sal in girtiye de tu delîlên şênber nînin û wiha got: “Kurê min wê cara 28’emîn derkeve pêşberî dadger. Cihê hewadariya welatên wan jî nîne û nikare têkiliyê bi hevalên xwe re deyne. Ji bo edalet were vî welatî û girtiyên nexweş bên berdan em li vir di çalakiyê de ne. Em ê heta dawiyê vê çalakiya xwe bidomînin. Girtiyên nexweş di bin şertên dijwar de têkoşîna jiyanê didin.” Tîmûr, xwest di destpêkê de Aysel Tûglûk, hemû girtiyên siyasî bên berdan.