Girtiyê nexweş Naîl Demîr nayê dermankirin 2022-02-13 09:03:55   ENQERE - Girtiyê nexweş Naîl Demîr, nameyek ji malbata xwe re şand û got: "Min nabin revîrê. Ji ber nexweşînên xwe pir zehmetiyê dikişînim."    Girtiyên nexweş û rewşa wan giran ne tên berdan, ne jî tên tedawîkirin. Yek ji van girtiyan jî Naîl Demîr e. Nexweşîna pençeşêrê û prostatê bi Demîr re hene û bi kîsikê kolostomiyê dijî.    DI 29 SALAN DE 7 CARAN HATIYE SIRGÛNKIRIN   Demîr ku cezayê muebedê lê hatiye birîn, di 22'yê Tebaxa 1993'yan de li Mêrsînê hatiye girtin. Demîr, di 29 salan de 7 caran sirgûnî girtîgehên cuda hatiye kirin. Demîr ji Mêrsînê sirgûnê Girtîgeha Meletiyê hatiye kirin û ji vir piştî 6 salan sirgûnî Girtîgeha Çankiriyê hatiye kirin. Demîr li vira jî 6 salan dimîne û paşê cardin wî sirgûnî Girtîgeha Meletiyê dikin û ji vir jî wî sirgûnî Kocaelî, Bandirma û Ermenekê dikin. Demîr niha di Girtîgeha Afyon a Jimare 1 a Tîpa T'yê de ye.    PENÇEŞÊR   Demîr ji rêviyên xwe emeliyat bûye û ji ber vê bi kîsikê kolostomiyê dijî. Ji xeynî nexweşîna pençeşêrê prostat jî pê re heye. Her wiha çavên wî jî xera bûne.    Her du gurçikên wî jî nêm digirin, ji pişta xwe emeliyat bûye û fitiq pê re heye.    Demîr, di nameya xwe de aniye ziman ku nayê dermankirin û malbata xwe pir nabîne. Demîr, di nameya xwe de gotiye: "Min nabin revîrê. Ji ber nexweşînên xwe pir zehmetiyê dikişînim. 26 sal in min pir hindik malbata xwe dîtiye. Bi qasî 2 salên din ez ê derkevim. Min xwest min sewqî girtîgeheke nêzî malbata min bikin, lê qebûl nekirin."    DU SAL IN EW NEDÎTIYE   Hevjîna wî Halîme Demîr got: "Li girtîgehê tu xwestekên wî nayên qebûlkirin. Nêzî 2 sal in me ew nedîtiye. Dema hevdîtinan pir kêm kirine. Ê min jî tansiyon û nexweşîna dil bi min re heye. Ji ber ku li cihekî dûr re, dibêje 'tu werî, tu yê jî nerihet bibî.'"    ‘28 SALÎ BÛ'   Demîr, xwest hevjînê wê bê berdan û got: "Neyê berdan jî bila wî bînin girtîgehek nêzî me. Jixwe hindik jê re maye. Dikarin wî sewqî girtîgehek vekirî bikin. Gelek nexweşîn pê re hene, lê nayê dermankirin. Gava hat girtin 28 salî bû. Niha 58 salî ye. 5 zarokên min hene. Zarokek min 22 salî, bi dergistî bû. Di qezayeke trênê de jiyana xwe ji dest da. Kurekî min bi motorsikilêtê qeza kir, jiyana xwe ji dest da. Wexta ev qewimîn hevjînê min di girtîgehê de bû. Êdî nikare di girtîgehê de bimîne."