Berkpinar: Em bi têkoşînê dikarin pêşî li êrişan bigirin 2022-02-13 10:51:28   AMED - Rêveberê ÎHD’a Amedê Ferhat Berkpinar ê piştî 8 rojan ji binçavan hat berdan diyar kir ku bi binçavkirina wî û serdegirtina komeleyê hat xwestin xebatên wan werin îlegalîzekirin û bi têkoşînê dikare pêşî li van êrişan were girtin.    Endamê Desteya Rêveberiya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê Ferhat Berkpinar li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Semsûrê di 3’yê sibatê de li Amedê hat binçavkirin. Berkpinar piştî 8 rojan li dadgeha Semsûrê bi şertê kontrola edlî hat berdan. Berkpinar derbarê binçavkirina xwe û serdegirtina komeleyê de axivî.    XWESTIN LI SER WÎ XEBATA WAN ÎLEGALÎZE BIKIN    Berkpinar anî ziman ku 2 roj piştî binçavkirina wî bi hevdîtina parêzerê xwe ya li midûriyeta polîsan haya wî ji serdegirtina avahiya komeleyê çêbûye û wê serdegirtina polîsan û pêvajoya piştî wê weke "derqanûnî" bi nav kir. Berkpinar da zanîn ku operasyonên li dijî gelên li Tirkiyeyê ji bo maf û demokrasiyê têdikoşin, piştî bidawîbûna ‘pêvajoya çareseriyê' ya di navbera 2013-2015'an de pêk hat, zêde bûne. Berkpinar diyar kir ku dewlet bi binçavkirina parêzvanên mafên mirovan û serdegirtina avahiya komeleya wan re armanc dike ku îdraqsaziyê biafirîne û got: "Li hemberî parêzvanan êriş, bêhiqûqî û pêvajoya binçavkirinê heye. Ev zext jî berdewamiya vê rewşê ye. Xwestin li ser min têgihiştinek çêbikin û têkoşîna mafên mirovan krîmînalîze bikin. Ez vê weke krîmînalîzekirina xebatên mafê mirovan dibînim. Ti aliyê wê yê qebûlkirin û qanûnî nîne."   'TÊKOŞÎNEK MEZIN DIKARÊ PÊŞÎ LI ÊRIŞAN BIGIRE’    Berkpınar destnîşan kir ku ew bi hevgirtina ku piştî binçavkirin û serdegirtinê derketiye holê kêfxweş e û wiha got: "Êrişa li dijî ÎHD'ê û binçavkirina min a bêhiqûqî rastî bertekên cidî hat û mînakeke mezin a hevgirtinê hat nîşandan. Mînakên bi vî rengî yên hevgirtinê me dike ku em bifikirin û mekanîzmaya birêvebirina bêhiqûqiyê ava bikin. Ev tiştekî bi nirx e. Ancak heke gel di çarçoveya hevgirtina hevpar û mafên mirovan de têkoşînê mezin bike dikare pêşî li ber van êrişan bigire. ÎHD xwedî raboriyek têkoşîna mafê mirovan e û di qada navnetewî de tê nasîn. Ev êriş nikarin ÎHD’ê terorîze bikin. Bi van êrişan dixwazin rê li ber têkoşîna mafê mirovan bigirin lê wê ev yek bi ser nekeve.”