Di êrişa li ser Eyn Îsayê de sivîl jiyana xwe ji dest da 2022-02-13 18:32:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiyeyê êrişî rêya bejahî ya M4 a li aliyê rojavayê Eyn Îsayê kir. Di êrişê de welatiyekî sivîl jiyana xwe ji dest da.     Li gorî nûçeyeke ku Ajansa Nûçeyan a Hewarê (ANHA) derbas kir, Tirkiyeyê êrişî rêya bejahî ya M4 a li aliyê rojavayê bajarê Eyn Îsayê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Hat diyarkirin ku di encama êrişê de li gundê Bacdîk ê Grê Spî welatiyê sivîl ê bi navê Mûheydîn Hec Ehmed Îbrahîm jiyana xwe ji dest da.