Esnafên Amedê bi tefandina lembeyên dikanan zema ceyranê şermezar kirin 2022-02-13 20:57:14   AMED- Esnafên Kuçeya Hunerê ya Amedê, bi tefandina lembeyên dikanên xwe û pêxistina findan zema ceyranê şermezar kirin.     Li navçeya Yenîşehîr a Amedê, esnafên Kuçeya Hunerê ya Semta Ofîsê ku di nav rojê de bi daxuyaniya çapemeniyê ragihandibûn heta 3 rojan saet di 19.00'ân de bi tefandina lembeyan zema ceyranê şermezar bikin, çalakiya xwe roja yekemîn pêk anîn. Esnafên kuçeyê, saet di 19.00'an de tev bi hev re lembeyên dikanên xwe girtin û bi qasî 5 deqeyan findan pêxistin. Bi tefandina lembeyan re kuçe tarî bû û esnafan bi bi çepik û fîqê bertek nîşanî zema ceyranê dan. Gelek welatiyên li kuçeyê jî piştgirî dan çalakiya esnafên kuçeyê.