ROJEVA 14 SIBATA 2022'YAN 2022-02-14 09:00:49   * Rêveberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di Pirsgirêka Kurd ku dewlet û desthilat ji çareseriya wê direvin de xwedî roleke diyarker e. Ocalan, siyaseta xwe ya jiyandinê ku weke "şerê aştiyê" bi nav dike 23 sal in di şertê tecrîdê de bi israr diomîne û ji bo vê gav avêtin.    * Hacice Çatak ku dema qedexeyên derketina derve mala wê ya li navçeya Hezexê hat şewitandin û wêrankirin û ji ber zilma ku li wan hatiye kirin hin zarokên wê tevlî nav refên PKK'ê bûne û hin zarokên wê jî neçar mane ku derbasî Ewropayê bibin, got ku ew bi zarokên xwe serbilind e.   * Mehmet Ocalan, diyar kir ku mafên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tên binpêkirin û ev tişt got: "Em dixwazin herin Îmraliyê. Divê dewlet deriyê Îmraliyê veke. Em rica nakin ev mafê me ye."   * Ji ber vîrûsa koronayê wê piştî 3 salan li Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê bi beşdariya gelek hunermendan di 26'ê sibatê de konser bê dayîn. Stranbêj Rencbêr Agirî, ji bo konsere banga tevlîbûnê kir û xwest ku herkes ji bo xwedî derketina li çanda xwe tevlî konserê bibe.   * Nobeda Edaletê ya Malbata Şanyaşar wê di roja 343’yemîn de berdewam bike.    * Danişîna 10'emîn a doza Pinar Gultekîn ku ji aliyê Cemal Metîn Avci ve hatibû kuştin dê li Dadgeha Mûglayê were lidarxistin.    * Darizandina derbarê kuştina Parlamenterê DEP'ê Mehmet Sîncar de wê li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê were lidarxistin.    * Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan a li Baroya Wanê û Baroya Amedê dabûn destpêkirin dê berdewam bike. (12.00-13.00)   * Rêxistinên jinan ên li Enqereyê dê bernameya 8'ê Adarê li Yekîtiya Mulkiyeler eşkere bikin. (12.00)   * Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê ya Şaxa Amedê dê têkildarî tecrîd û binpêkirinên mafan de li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.00)     * Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê ya Şaxên Enqere û Stenbolê dê derbarê komploya 15'ê Sibatê de daxuyanî bidin. (12.30)   * Esnafên Kuçeya Hunerê ya Amedê dê fatûreyên zêde yên ceyranê protesto bikin. (19.00)