Li çend bajaran gelek kes hatin binçavkirin 2022-02-14 11:13:40   NAVENDA NÛÇEYAN - Di salvegera anîna Ocalan a Tirkiyeyê ya bi komployeke navnetewî de li çend bajaran bi ser saziyên kurdan de hate girtin û gelek kes hatin binçavkirin.    Beriya salvegera revandina Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan a di 15’ê Sibata 1999’an de bi komployeke navnetewî ji Kenyayê hate revandin û teslîmî Tirkiyeyê hate kirin, polîs û eskeran li gelek bajaran bi ser sazî û malên kurdan de girtin û gelek kes binçav kirin.    Polîsan di saetên serê sibê de bi ser avahiya Komeleya Alikariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TÛAY-DER) a Sêrtê de girtin. Di serdegirtinê de dest danîn ser materyalên saziyê. Di heman saetê de bi ser malên rêveberên saziyê û hin siyasetmedarên li bajêr de jî girtin. Polîsan di serdegirtinan de Hevseroka TÛAY-DER’a Sêrtê Mûhsîne Ozhan, rêveberê komeleyê Necmeddîn Yûr, rêveberê komeleyê yê berê Resûl Arslan, ji Meclîsa Dayikên Aştiyê Maşallah Arslan, Taybet Tekîn, Hediye Sûçîn, Vetha Kaçar, Hevseroka HDP’ê ya Navçeya Navendî ya berê Emîne Aşkara binçav kirin.    Polîsan di serdegirtina malê ya navçeya Dihê ya Sêrtê de jî Kanîte Dayanan a nexweşiyên dil û gurçikan pê re hene binçav kirin. Hat hînbûn ku polîsan ji neviyê wê yê 4 salî re gotiye “Dayika te tiştekî nebaş kiriye, em ê wê ceza bikin. Heke tu jî bikî em ê te jî ceza bikin.”   Kesên ku sedemê binçavkirina wan nehat zanîn birin Miduriyeta Polîsan a Sêrtê. Tê diyarkirin ku dibe hejmara kesên hatine binçavkirin zêde bibe.    EDENE   Li Edeneyê polîsan bi serdegirtina hem wext bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinan de polîsan deriyên hin malan şikandin û tiştên wan belav kirin. Gelek kesên ku sedemê binçavkirina wan nehat zanîn birin Miduriyeta Polîsan a Edeneyê.    MÊRSÎN    Li Mêrsînê di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê bi îdiaya “amadekariyên çalakiyê dikin” daye destpêkirin de derbarê 52 kesan de biryara binçavkirinê hatibû dayîn. Ji 12’ê Sibatê û vir ve di serdegirtinên malan de 43 kes hatin binçavkirin. Ji yek ciwanan Serkan Şahîn ê li Miduriyeta Polîsan a Mêrsînê tê ragirtin, ji ber di kirariyên binçavkirinê yên keyfî û bêhiqûqî yê di 12’ê Sibatê de û ferzkirina zextên psîkolojîk û gefan dest çalakiya greva birçîbûnê kir. Hat hînbûn ku wê Ramazan Yildirim û komeke ciwanan jî dê îro dest bi greva birçîbûnê kiribû.    ŞIRNEX   Polîsan li navend û navçeyên Şirnexê di serdegirtina malan de gelek kes binçavkirin. Li Cizîrê nûçegihana me Zeynep Dûrgût jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Hat hînbûn ku li Silopiyayê jî tîmên taybet bi ser malan de girtine û Ridvan Ozmen, Dogan Şavlûk, Nesîm Sayin, Selahattîn Ormanli Û Ziya Dûrmûş binçavkirine.    Hat diyarkirin ku welatiyên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê daye destpêkirin de hatine binçavkirin, birine Miduriyeta Polîsan a Silopiyayê. Welatiyên ku sedemê binçavkirina wan nehat zanîn, tê payîn ku bibin Şirnexê.