Dr. Farshad Pisoureha: Ocalan emanetê Qazî Mûhammed e! 2022-02-14 11:51:26 WAN - Dr. Farshad Pisoureha ku nûçeyên derbarê komploya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di rojnameyên Îranê de hatine weşandin di arşîva xwe de digire, ji bo Ocalan ev tişt got: "Ocalan emanetê Qazî Mûhammed e. Di lêkolînên xwe de rastî lîderek mîna Ocalan nehatime." Bi komployeke navnetewî radestkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê bandoreke zêde li gelê Rojhilatê Kurdistanê kir. Kurdên Rojhilat ku bi bedelên mezin û têkoşînan dîrokek kûr ava kirine, piştî darvekirina Qazî Mûhammed a di 31’ê Adara 1947’an de ya li Qada Çarçirayê, dîl ketina Ocalan weke pêvajoyeke herî giran nirxandin.    ROLA ÎRANÊ YA DI KOMPLOYÊ DE   Bêguman di serî de Amerîka û Îngilistan di pêvajoya komploya navneteweyî ya di sala 1998’an de dest pê kir û heta 15’ê Sibata 1999’an berdewam kir de 13 welat bûn parçeyê komployê. Yek ji van dewletan jî Îran bû. Her çiqas rola wê ne mezin be jî beriya 9’ê Cotmehê ji bo qanihkirina Şamê ket nav hewldanan. Di ser de jî Îranê li hember gefên Tirkiyeyê hevalbenda xwe Şamê bi tenê hişt. Wezîrê Karên Derve yê Îranê Kemal Harrazî ku di qrîza navbera Enqere û Şamê de r ola navbeynkariyê girt ser xwe, destpêkê çû Sûriyeyê bi Hafiz Esad re hevdîtin kir. Piştre jî di 8’ê Cotmehê de hat Enqerê û Serokkomarê deme Suleyman Demîrel re hevdîtin kir û daxwazên Şamê yên dawîn jê re ragihand. Rexmî destpêkê li dijî radestkirina Ocalan a Tirkiyeyê derket jî piştre ji bo xatirê xeranekirina berjewendiyên wan ên bi Tirkiyeyê re dev ji vê helwesta xwe berda. Yanî Hikûmeta Îranê jî weke parçeyeke komployê di dîrokê de cih girt.   FOROUHAR Û HEVJÎNA XWE HATIN KUŞTI   Wexta ku Ocalan li welatên biçê digeriya li Îranê cînayeteke ku rastiya piştî salan derket holê pêk hat. Di 21’ê mijdara 1998’an de Serokê Partiya Neteweyî ya Îranê û Wezîrê Karên Hundir ê Îranê Dariush Forouhar û hevjîna xwe Parvaneh Eskenderi, li mala xwe ya Tehranê hatin kêrkirin û kuştin. Piştî bi salan di çapameniya naveneteweyî de cih girt ku ev cinayet bi hevkariya Îran û îstixbarata Tirkiyeyê pêk hatiye. Heke Forouhar nehatina kuştin wê li pêş Seferatxaneya Romayê ya li Tehranê, ji bo daxwaza Ocalan a xwe sipartinê bê pêşwazîkirin, wê mitîng li dar bixista. Beriya mirina xwe bi demeke kurt Forouhar serî li Wezareta Karên Hundir a Îranê dabû û ji bo Îtalya mafê xwe spartinê bide Ocalan bang kiribû. Dîsa dema ku Ocalan li Romayê bû Forouhar, 2 saetan bi Ocalan re li ser telefonê axivîbû.    BANGA FOROUHAR A LI ÎTALYAYÊ    Darvuş Forouhar, piştî biryara dadgeha Îtalyayê ya derbarê Ocalan de li ser navê partiya xwe daxuyaniyeke wiha dabû: "Welatiyên hêja, tevgera ku Serokê Giştî yê PKK'ê Abdullah Ocalan serokatiya wê dike, ji bo neteweya kurd beriya 14 salan (Qesta 1984'an e) li dijî dagirkeran têkoşîneke mezin da destpêkirin. Em ji bîr nekin ku neteweya kurd yek ji gelên herî kevnar ên Îranê ne . Ji ber zextên siyasî û leşkerî yên neteweperestên tirk ên nav du mehên dawîn ku bi piştgiriya hêzên mezin ên rojavayî yên li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd Ocalan neçar ma cih û warê xwe biterikîne. Piştî ku li gelek welatan geriya, di 12'ê mijdara 1998'an de daket paytexta Îtalya Romayê. Piştî ku li Îtalyayê hat binçavkirin Ocalan rakirin nexweşxaneyê. Weke lîderekî qehreman Ocalan di nava salan de gelek caran bi mirinê re rû bi rû ma. Lê wî têkoşînek bênavber meşand û qet nefikirî ku navber bide xebatên xwe. Tevî ku welatekî pêşverû bû jî Ocalan li Îtalya bi radestkirina Tirkiyeyê re rû bi rû ma. Piştre Îtalyayê ragihand ku wê Ocalan radestî welatekî ku lê cezayê darvekirinê heye neyê kirin. Em gelek xemgîn in ku li welatekî mîna Îtalyayê ku diviya Ocalan lê weke qehremanekî bihata pêşwazîkirin zext lê tên kirin. Biryara dadgeha Îtalyayê ku şertên mafên mirovan esas girt û Ocalan berda. ji aliyê me parastvanên mafên mirovan ve hat ecibandin. Wê ev biryara dadgeha Îtalyayê bi rengê 'Îtalya, hezkirina hemû mûxalîfên li Îranê li dijî rejîmê têkoşiyan û şoreşgerên kurd qezenç kir' cihê xwe yê mafdar di dîrokê de bigire. Ji ber vê helwesta dadgeha Îtalyayê, em weke Partiya Neteweyî ya Îranê spasiya dewleta Îtalyayê û kurdên ku ji bo Ocalan têkoşiyane dikin."    DI 15'Ê SIBATÊ DE LI ROJHILAT ÇÊBÛ?    Weke li gelek deverên dinyayê li rojhilatê Kurdistanê jî komploya navneteweyî bû sedema bertekên tund. Şermezarkirinên li Rojhilatê bi çûyîna Ocalan a Îtalyayê dest pê kirin û heta dawiya meha sibatê berdewam kirin. Bi radestkirina Ocalan a Tirkiyeyê re çalakiyên li Rojhilat di 21'ê sibatê de derketine asteke gelek bilind. Ji bajarên mîna Sînê, Mako, Selmas, Ûrmiye, Kamyaran, Merîwan, Kirmaşan, Îlam ên Rojhilat bigre heta paytexta Îran Tehranê serhildaneke mezin pêk hat. Li ber avahiyên Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî û Sefaretxaneyên welatên Ewropayê yên li Tehranê çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin. Gel dîlgirtina Ocalan û helwesta Îranê ya li dijî vê rewşê şermezar kir û bi rojan li kolanan man. Di destpêkê de Îranê dengê xwe ji çalakiyan re nekir lê piştre mudaxale kir. Di mudaxaleyan de bi dehan kesî jiyana xwe ji dest da û bi sedan kes hatin girtin.    Zanîstê Siyasetê Doktor Farshad Pisoureha pêvajoya komployê û têkoşîna kurdên Rojhilat a piştî komployê vegot.      'KURDÊN ROJHILAT GELEK BI BANDOR BÛN'   Doktor Farshad Pisoureha ku hejmarên hemû rojnameyên di 15'ê Sibata 1999'an de li Rojhilat û Îranê hatine weşandin li cem xwe digire, diyar kir ku kurdên Rojhilata dereng bi felsefeya Ocalan hesiyane. Pisoureha, diyar kir ku 15'ê Sibatê ji bo gelê kurd rojeke reş e û wiha got: "Dîlgirtina rêberekî gel ji bo gelê kurd rewşeke xemgîn e. Ocalan, ne tenê li kurdên Bakur bi fikrên xwe bandor li kurdên Rojhilat jî kiriye. Dema ku komploya navneteweyî pêk hat li dera ku kurd lê dijiyan çalakî hatin kirin. Bi van çalakiyan dinyayê careke din dît ku Ocalan kê ye û xwedî bandoreke çawa ye. Wê demê li gelek bajarên Rojhilat çalakî û serhildan hatin kirin. Di encama vê de mirovên ku jiyana xwe ji dest dan û ketin girtîgehan çêbûn. Ez dizanin ku wê demê rêveberiya Îranê ji bo radestnekirina Ocalan a Tirkiyeyê xwedî helwest bû. Lê ji bo ku di navbera wê û Tirkiyeyê de pirsgirêkên giran dernekevin helwesta xwe bi awayekî zelal dananî holê. Piştre jixwe Îranê mudaxaleyî çalakiyan kir. Lê belim cara yekemîn ku kurd ewqas bi hêz li Tehranê çûn ber derê seferetxaneyan û çalakiyan kirin. Ev rewşeke gelek girîng bûn."   FIKARA TEHRANÊ    Pisoureha, da zanîn ku kurdên Rojhilat di mijara çand, ziman û wêjeyê de di asteke baş de ne û derbarê mijarê de ev tişt anîn ziman: "Li Îranê, ji Qazî heta roja me gelek tevgerên kurdan çêbûn, lê nêzikbûn û rêbazeke siyasî ya gelek cuda ya tevgera ku Ocalan ava kiriye hebû. Her çiqas ew dem li vir ne bibandor bin jî kurdên li vir bi hişmendiya xwe gelek nirx dan fikrên Ocalan. Her kurdê li vir, piştgirî dide mafên kurdên Tirkiyeyê ku ji bo mafê xwe têdikoşin. Timik kurdên Rojhilat li vê tevgerê xwedî derketine û nirx danê. Hatin cemhev a kurdên Rojhilat a pêvajoya komployê, wê demê Tehranê kir nav fikaran û gotin ku wê piştî demekê çalakî li wan vegerin. Ev jî nîşan dide ku fikrên Ocalan li ser kurdan çiqas bibandor in."   'ME JI OCALAN BAŞ FÊM KIR'   Di berdewamê de Pisoureha, destnîşan kir ku destpêkê na bi demê re kurdên Rojhilat nêzî fikrên Ocalan bûne û ev tişt gotin: "Dijberî hinek ji ber gotinên çepgir û nîqaşên olî bû. Lê piştî ku Ocalan van meseleyan vekir û di parastinên xwe de hê kûrtir li ser wan rawestiya, bi kurdên vir re guhrandina zihnî pêk hat. Jixwe pergala ku îro li Rojava derketiye holê jî vê fikrê bi awayekî erênî qebûl kir. Piştî demekê kurdan; fikrên ocalan ên derbarê ol, çepgirî û dewletê nîqaş kirin û fêm kirin ku Ocalan çi dixwaze. Em kurd in Rojhilat kîjan dema ku me xwe bi pêş xist û xwend ji felseya Ocalan baş fêm kir. Piştî ku mirovan fikrên wî xwendin wî weke feylesof dîtin. Ji ber ku felsefe û fikrên ku Ocalan ava kiriye ji pergala siyasî ya dinyayê ya niha derbas kiriye, îro hê jî dîl tê girtin."   ‘KES TECRÎDEKE WIHA NAJÎ'   Pisoureha, got ku divê tecrîda li ser Ocalan ji aliyê tu kurdî ve neyê qebûlkirin û wiha pêde çû: "Ocalan bi salan di bin tecrîdê de tê girtin. Mafên mirovan li vir hatine binpêkirin. Neheqiya ku li dinyayê li tu girtiyî nayê kirin li Ocalan tê kirin. Li ser dinyayê tu girtî tecrîdeke mîna ya Ocalan najî. Belim li Guantanamoyê qala mafê mirovan bê kirin lê li Îmraliyê nikare qal bê kirin. Ev bêhiqûqiyeke mezin e. Lê çi dibe bila bibe bi milyonan kes nirx didin Ocalan. Bi tecrîdkirinê nikar wî ki dilê gel derbixin. Ne 7 sal 70 sal jî wî tecrîd bikin wê nêrîna mirovan li hemberî wî û fikrên wî neguhere. Divê dewlet bizanibin ku, heke Ocalan nebe wê li Tirkiye û Rojhilata Navîn aştî nebe. Ji ber vê divê Ocalan biaxive. Lewre ji bo aştiyê xala bingehîn e. Divê Ocalan nêrînên xwe bîne ziman û bangî gel bike."   'TU SEROKEK EWQAS BANDOR NEKIR'   Derbarê paradîgmaya Ocalan de jî Pisoureha fikrên xwe anîn ziman û derbarê mijarê de ev nirxandin kirin: "Di hêla jin, dîrok, mîtolojî, ekolojî Ocalan paradîgmayeke nû afirand. Ocalan, ji Sumeran heta îro dîrok û mîtolojiyê nirxandiye lê mixabin em kurd wê paradîgma û dîrokê tam nexwînin û fêm nakin. Bêguman rexneyên min ji hin tiştan re hene. Lê di lêkolîn û xwendinên ku min heta niha kiriye de li dinyayê rastî lîderekî mîna Ocalan nehatim. Nafikirim bandora tu lîderekî kurd bi qasî ya Ocalan li ser gel hebe. Lîdereke dibe ku bandor li herêmek ango qadekê kiribe. Lê Ocalan bi fikrên xwe bandor li ser mirovên her çar parçeyên Kurdistanê kiriye. Li seranserê dinyayê ji bo tu lîderekî girêdaneke mezin ku bi qasî mirov xwe bi şewitînin tune ye. Heke rih û felsefeya Ocalan nebûye, gelo wê ev girêdan hebûya? Heke ev rih û felsefe nebûya gelo wê li Kobanê berxwedaneke ewqas mezin bûbûya? Gelo wê ev tevger ewqas sal li ser piya bimana? Baweriya mezin tenê dikare vê bike. Tirkiye, bi salan e di tû niqaşa ku bi kurdan re dike de bêyî Ocalan alternatîfeke din nabîne. Heke bi rastî jî ev fikrên bihêz nebûna Tirkiye niha ji zû ve vê berovajî kiribû û bi sedan alternatîf derxistibûn holê."   23 SAL IN ARŞÎVAN DOPARÊZE   Pisoureha, da zanîn ku 15'ê Sibatê û roja piştî wê nûçeyên derbarê Ocalan de ku di rojnameyên Îranê de derketine arşîv kirine û derbarê wan de ev agahî dan: "23 sal in van diparêzim. Wê rojê li Îranê çi bû, çi qediya, kê çi nivîsand, tevan vedişêrim û dixwazim rojek li dîrokê qeyd bikim. Ocalan emaneta Qazî û lîderê kurd e. Divê herkes li wî xwedî derkeve."