Di doza Mehmet Sîncar de hemû daxwaz hatin redkirin 2022-02-14 13:35:07 AMED - Heyeta dadgehê di doza Parlamenterê DEP’ê Mehmet Sîncar ê ku li Batmanê hatibû qetilkirin de hemû daxwazên parêzeran red kir û danişînek din taloqî 4 mehên din kir.  Parlamenterê Partiya Demokrasiyê (DEP) yê Mêrdînê Mehmet Sîncar di 4’ê Îlona 1993’yan de li Batmanê hatibû qetilkirin. Danişîna 7’emîn a doza derbarê qetilkirina Sînar de hatibû vekirin li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Bersûcê dozê ku yek bi tenê ye û negirtî ye endamê Hîzbullahê Cîhan Yildiz û parêzerên xwe ji Dadgeha Batmanê bi riya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn.    Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, Parlamenterên HDP’ê Pero Dundar, Dersim Dag, Îmam Taşçier, Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, Serokê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê Abdullah Zeytûn, Hevjîna Sîncar, Cîhan Sîncar, parêzerên endamên ÎHD’ê û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Amedê dozê şopandin.    RAGEŞIYA LÊGERÎNÊ    Heyeta dadgehê ferman da polîsan ku kesên bikevin eywana danişînê li ser wan lêgerîn were kirin. Ev yek bû sedema nîqaş û krîzê. Cîhan Sîncar bertek nîşanî vê yekê da û got: “Yên ku 30 sal in li edaletê digerin em in lê dîsa li ser me lêgerîn tê kirin.” Heyeta dadgehê nehişt rojnamevan jî bikevin eywanê. Serokê Baroya Amedê Nahît Eren ket dewrê û piştî hevdîtina bi heyetê re destûr rojnamevanan a şopandina dozê hat dayîn.    Wek danişîna beriya niha dîsa heyeta dozê hat guhertin. Serokê dadgehê agahiyên li dosyeyê hatine zêdekirin parve kir. Ewilî mafê axaftinê da dozger.    XWEST AGAHÎ BÊN DAYÎN    Cîhan Sîncar û birayê wê Alî Sîncar danzanîn ku tiştek ew ê li dijî mutalayê bêjin tune ye û pişt re parêzer Gulşah Kaya axivî. Kaya destnîşan kir ku nêzî 30 salan e şahdi û kujer nehatine dîtin û darizandin bêşahid tê kirin. Kaya bal kişand ser îtîrafên endamên JÎTEM’ê yên wê demê û li gel vê yekê jî kujer nehatine cezakirin. Kaya xwest derbarê cînayeta Sîncar de ji MÎT, yekîneyên îtîxbaratên emniyet û cendirmeyan re nivîs were nivîsandin û agahî werin dayîn.    EREN: BERPIRSIYARIYA XWE BÎNIN CIH    Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî parastinê kir û diyar kir ku tenê tetikkêşan cînayetên salên 90’î pêk aniye û cînayeta Sînar û yên din ji aliyê grûpên paramîlîter ve pêk hatiye û wê serdemê hin rayedarên dewletê jî hatiye ziman. Eren da zanîn ku ronîkirina vê dosyeyê ji bo avakirina siberojê gelek girîng e û liv î welatî pirsgirêkek civakî ya bingehîn heye û divê her kes bi vê re hevrû bibe. Eren got, “Birêz heyet, qetilkirina parlamenterek qet we aciz nake. Diyar e ku tenê ne tetikkêşek vê cînayetê kiriye. Di vê mijarê de berpirsiyariya xwe bînin cih û daxwazên me qebûl bikin.”    Parêzer Serhat Eren jî axivî û xwest derbarê bersûc de biryara girtinê were derxistin.    Serokê ÎHD’a Amedê parêzer Abdullah Zeytûn jî anî ziman ku ji bo ev dosye jî wek dosyeyên din bi bêcezatiyê neyê hiştin, heyeta dadgehê berpirsiyar e.    Dadger pişt re mafê axaftinê da bersûc Cîhan Yildiz û îdia kir ku ew bêsûce û îtîraza daxwaza girtina derbarê xwe kir.    DAXWAZ HATIN REDKIRIN    Piştî parastinan heyeta dadgehê daxwaza girtina bersûc û hemû daxwazên din red kir û danişînek din taloqî 4 mehên din 27’ê hezîranê kir.