Yek ji ‘Keçên Dêrsimê yên Winda’ Fatma Îçîn rehmet kir 2022-02-14 15:58:59   DÊRSIM -  Yek ji “Keçên Dêrsimê yên Winda” Fatma Îçîn, rehmet kir.    Yek ji “Keçên Dêrsimê yên Winda” Fatma Îçîn, di dema Komkujiya Dêrsimê ya di salên 1937-1938’an de 10 salî bû. Di komkujiyê de pora Fatma Îçîn tê jêkirin û didin efserekî. Fatma Îçîn di 95 saliya xwe de li navçeya Kexta ya Semsûrê jiyana xwe ji dest da. Îçîn, di pirtûka Nezahat Gundogan û Kazim Gundogan a bi navê “Keçên Winda yên Dêrsimê - Tertele Çeneku” û di belgefîlma bi heman navî de cih girtibû.    SERPÊHATIYA ÎÇÎN   Têkildarî mijarê nivîskar Gundogan li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev agahî parve kirin: “Ji Keçên Dêrsimê yên Winda, Fatma Îçîn li Kextayê rehmet kir. Ji gundê Çat ê Pilûrê bû. Bi peyama birayê xwe Reşît (kurê wê ye) a ‘dayika min rehmet kir’ hîn bûm. Gelek xemgîn bûm û jiyana wê ya biêş hate bîra min. Ev demekî dirêje nexweş bû û malbat li benda encamekî wiha bû. Lê dîsa jî dema mirov xizmekî xwe winda dike, êş û hesta wê cuda ye. Di serî de ji malbata wê, ji bo hemû hezkiriyên wê sersaxiyê dixwazim. Hêvîdarim kêliyên wê yên xweş, her tim bi hezkiriyên wê re bin.   Fatma, dema ku di qirkirinê de ji koka xwe tê veqetandin hêj 10 salî bû. Pora wê jê kirin û dan efserekî. Ma li wir çi nejiya? Bi salan piştre hate zewicandin, zarokên wê çêbûn û ew zarok mezin bûn. Kul û derdên xwe ji wan re vegot û ji bo ku dîsa li koka rast bê, bû rêwiya Dêrsimê. Lê kesek nedît. Bi kefeka axê ji Dêrsimê vegeriya Kextayê û got; ‘heke ez rojekê mirim, vê axê li ser gora min bireşînin.’    Di demên piştre de birayê xwe li Bûrsayê dît û çû cem wî. Dema têne cem hev, birayê wê neçar dimîne ku jê re bibêje; ‘etê, em elewî ne.’ Û Fatmayê jî li cem birayê xwe yê elewî nimêj kir. Heke ji lehengên belgefîlma me ya Du Baqên Porê - Keçên Winda yên Dêrsimê, Fatma û Hûriye neaxivîbûna, dê haya kesekî ji Keçên Dêrsimê yên Winda nebûya û di qada cemaweriyê de ewqas qala Komkujiya Dêrsimê nehatibûya kirin.   Lewma jî serpêhatiyên Fatma û Hûriyeyê, hemû îdiayên dîroka fermî serûbin kirin û bingehek ji nivîsandina dîrokeke nû re çêkir. Axaftinên wan belgeyên pir girîng in. Ev belge li dîrokê hatin tomarkirin. Hem weke şexs û hem jî wek civakê em minetdarên wan in. Bi rêz û hurmet.”