Derbarê rojnamevan Dûrgût de biryara qedexeya hevdîtina bi parêzer re 2022-02-14 18:27:07   ŞIRNEX - Derbarê rojnamevan Zeynep Dûrgût de biryara heya 24 saetan biryara qedexekirina hevdîtina bi parêzer re hat danîn.    Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zeynep Dûrgût îro danê sibehê li navçeya Cizîrê di avaêtina ser malê de hat binçavkirin. Dûrgût, li Midûriyeta Polîsan a Şirnexê di binçavan de ye.   Derbarê Dûrgûtê de biryara heya 24 saetan qedexeya hevdîtina bi parêzer re hat dayîn. Her wiha ji bo dosyeyê jî biryara veşarî hat dayîn.