ROJEVA 15'Ê SIBATA 2022'YAN 2022-02-15 09:00:40 * Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, diyar kiribû ku piştî Tirkiye daxilî nav NATO'yê hatiye kirin komplo hatiye çêkirin û gotibû: "Ez ji heqê komployê derdikevim. Ger ez bi ser bikevim dê ne girtiyekî KCK'ê bimîne ne jî girtiyên din. Ev nebe, dê bi pêncî hezar kesî şerê gel çêbibe."  * Jinên Rihayî ku Komploya 15’ê Sibatê şermezar kirin, anîn ziman ku komplo ne gihiştiye armanca xwe û xwestin ku Ocalan azad bibe.   * Dayikên ku li ber ATK’ê û Edliya Stenbolê her hefte roja pencşemê kom dibin ji bo girtiyên nexweş bên berdan û zextên li ser girtiyan bi dawî bibin gazî rayedaran dikin, wiha gotin: “Heke em îro ranebin ser piya wê sibê pir dereng be. Em bêdeng dimînin lewma girtî dimirin.”    *  Malbatên ku 3 mehin li Baroya Amedê Nobeda Edaletê digirin gotin: "Heya dengê me bê bihîstin em ê bitêkoşin. Heya em zarokên xwe wernegirin em ji vir naçin."    * Serokê Desteya Baweriyê ya Federasyona Eleqî Bektaşîyan Hasan Kilavûz bertek nîşanî fatûreyên ceryanê yên giran ên ji cemxaneyan re tên dan û got: "Qethiyen em van fatûreyan nadin."    * Seroka Komeleya Koçberî û Lêkolînan a Serhedê Gulsen Kûrt, polîtîkayên Tirkiyeyê û dewletên din ên derbarê penaberan de rexne kir û got: "Jiyana penaberan ji aliyê çeteyan, qaçaxçiyên mirovan û dewletan ve bi awayekî sîstematîk tune tê hesibandin."    * Bi ser qetilkirina zaroka 13 salî Fatma Eraslan a di qedexeyên derketina derve de 6 sal derbas bûn. Dayika Eraslan anî ziman ku baweriya wê bi edeletê nema ye û got: “Heta niha ji tu kesî re edalet nehatiye ku ji me re bê. Ji ber wê hêviya min ji edaletê nema ye.”   * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar wê di roja 344'emîn de berdewam bike.    * Danişîna 8'emîn a doza parêzer Elîf Tîrenç Îpek Ûlaş a rêvebera Komeleya Jinan a Rosayê dê li Dadgeha Amedê were lidarxistin.    * Îro salvegera 23'emîn a komploya 15'ê Sibata 1999'an li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e. Dê bi minasebeta salvegera komployê li gelek bajar û navçeyan daxuyanî û çalakiyên şermezarkirinê bên lidarxistin. (12.00-19.00)   * Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan li Baroya Amedê, Baroya Wanê û Baroya Îzmîrê dane destpêkirin dê berdewam bike. (13.00-16.00)   * Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal wê têkildarî fatûreyên ceyranê û gaza xwezayî yên Cemxaneyan ku zêde hatine dê li ber Dadgeha Çaglayana Stenbolê daxuyanî bide û pişt re dest bi karûbarên dozê bike. (13.30)   * Sazî û dezgehên elewiyan ên li Îzmîrê dê têkildarî gefa qeymeqamê Qisleya Dersimê ku li serokê Cemxaneya Duzgun Baba xwaribû li ber Cemxaneya Yamanlara Îzmîrê daxuyanî bidin. (14.00)