Xizmên girtiyan: Heya zarokên me neyên berdan em ji vir naçin 2022-02-15 09:03:58 AMED - Malbatên ku 3 meh in li Baroya Amedê Nobeda Edaletê digirin gotin: "Heya dengê me bê bihîstin em ê bitêkoşin. Heya em zarokên xwe wernegirin em ji vir naçin."  Li Amed û Wanê Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan tên şewitandin didome. Nobeda Edaletê ya Amedê ku di 16'ê Mijdara 2021'ê de dest pê kir, 3 meh li dû xwe hiştin. Malbatên ku 92 rojin nobedê digirin destnîşan kirin ku heya xizmên wan ên girtî bên berdan dê çalakiya wan bidome.    Încî Guler, xwişka girtiyê nexweş Abdulselam Guler ê 29 salin girtiye û di Girtîgeha Amedê ya Tîpa D'yê de ye, anî ziman ku 3 mehin nobedê digirin û xwest soza ku li Enqereyê hatiye dayîn bi cî bê. Guler, destnîşan kir ku cihê çareseriyê meclîs e û xwest qanûnên heyî pêk bên.   RÊYA ÎŞKENCEYÊ!    Guler, bal kişand ser pirsgirêkên girtiyên nexweş jî destnîşan kir ku gava girtî diçin nexweşxaneyê di vegerê de du hefteyan di karantînayê de dimînin. Guler got: "Di hucreyan de ne televîzyon ne jî radyo hene. Pirtûkên ku karibin bixwînin jî tune ne. Berî karantîna biqede cardin wan dibin nexweşxaneyê û dibêjin 'tiştekî we tune ye' û cardin wan dişînin girtîgehê. Rêya nexweşxaneyê ji bo wan vediguhere rêya îşkenceyê."    DÊ HEVDÎTIN BIDOMIN   Guler, got: "Heya dengê me bê bihîstin dê têkoşîna me bidome. Em ê doza alîkariyê li hemû partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên li Amedê bikin. Ji lew re her diçe rewşa girtiyên nexweş xirabtir dibe. Girtî ber bi mirinê ve diçin. Ger bibê em ê ji bo wan cardin biçin Enqereyê û Wezareta Dadê. Dixwazî bila bihêlin dixwazî bila nehêlin."    Guler, destnîşan kir ku her cara ku xebera mirinê ji girtîgehan tê dinya li ser serê wan xera dibe û got: "Bi salan e me xweşikî bi wan re sohbet nekiriye. Êdî bila dengê me bê bihîstin û me bibînin."    'EM Ê JI VIR NEÇIN'   Hazal Yildirim, dayika Mehmet Yildirim ê di Girtîgeha Samsûn a Tîpa T'yê de ye, anî ziman ku kurê wê di 17 saliya xwe de hatiye girtin û 16 sal ceza lê hatiye birîn. Dayik Yildirim, destnîşan kir ku êdî naxwazin li girtîgehan kes bimire û got: "Heya em zarokên xwe wernegirin em ji vir naçin."    'PÊDIVIYA HER KESÎ BI EDALETÊ HEYE'   Reşahat Ada, xwişka Hamdûsena Ada ku di Girtîgeha Amedê ya Tîpa D'yê de ye, destnîşan kir ku 38 girtiyên nexweş ên divê demildest bên berdan hene û di hevdîtinên li Enqereyê de lîsteya van navan dane û got: "Soz dan me. Lê neanîn cî. Em dayik in, kezeba me dişewite. Bila cenazeyên zarokên me ji girtîgehan dernekevin. Dê çalakiya me bidome. Ku derê dibe bila bibe. Ji lew re girtiyên nexweş nikarin jiyana xwe bidomînin. Êdî em hew deyax dikin. Tenê ne ji bo girtiyan, em ji bo her kesî doza edaletê dikin. Dê sibê pêdiviya her kesî bi edaletê hebeç"   Nûray Aba ku ji bo neviyê xwe Dogan Nobeda Edaletê digire, got: "Ger edalet hebûna dê girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin bihatana berdan. Bi hezaran mirovên me belesebeb di girtîgehan de ne. Hin girtî hene nikarin bi tena serê xwe jiyana xwe bidomînin. Her diçe rewşa wan xirabtir dibe. Belkî jî rojên wan ên dawî bin. Qet nebe bila rojên xwe yên dawî li cem malbatên xwe derbas bikin."    MA / Mehmet Guleş