Seroka Komeleya Koçberiyê: Penaber bi awayekî sîstematîk tune tên hesibandin 2022-02-15 09:04:00 WAN - Seroka Komeleya Koçberî û Lêkolînan a Serhedê Gulsen Kûrt, polîtîkayên Tirkiyeyê û dewletên din ên derbarê penaberan de rexne kir û got: "Jiyana penaberan ji aliyê çeteyan, qaçaxçiyên mirovan û dewletan ve bi awayekî sîstematîk tune tê hesibandin."  Penaberên ji ber şerê li Sûriye, Iraq, Afxanîstan û welatên din ji warê xwe direvin, di rêya koçberiyê de bi mirinê re rû bi rû dimînin. Ev penaberên ku ji bo biçin welatine din li benda zivistanê disekinin, gelek caran di vê rêyê de bi trajediyên mezin re rû bi rû dimînin. Di vê rêwîtiyê de yên herî zêde mexdûr dibin jî jin û zarok in. Jin û zarok di vê rêwîtiyê de bi tahdeya zayendî, derûnî û fizîkî re rû bi rû dimînin.    Ji van rêyên ku penaber tê de rastî trajediyên mezin tên yek jê jî Îran e. Penaberên di ser Îranê re tên Tirkiyeyê gelek jê ji serma diqefilin û jiyana xwe ji dest didin. Di serê meha Sibatê de li sînorê Yûnanîstanê 19 penaber ji serma qefilîbûn û jiyana xwe ji dest dabûn.   Seroka Komeleya Koçberî û Lêkolînan a Serhedê (Goç-Der) Gulsen Kûrt têkildarî mexdûriyeta penaberan û tevdîrên divê bên girtin de axivî.    JIN Û ZAROK   Kûrt, destnîşan kir ku li Rojhilata Navîn hêzên hegemonîk dibin sedema şer û bi van şeran gelan bera hev didin û ji ber vê jî mirov ji bêgavî terka warên xwe dikin. Kûrt, bilêv kir ku ji ber vê jî mirov ji bo jiyaneke baştir didin ser rêyan û di van rêyan de mexdûriyetên mezin rû didin. Kûrt got: "Mirov ji zimanê xwe, ji çanda xwe û civaka xwe tên qutkirin. Kesên koç dikin, li cihên nû bi meseleya adaptasyonê re rû bi rû dimînin. Bi tahdeyên derûnî û nijadperest re rû bi rû dimînin. Trajediyên derî mirovahiyê tên serê wan.   Kûrt, anî ziman ku di van rêyên koçberiyê de ên herî zêde mexdûr dibin jî jin û zarok in.    MAFÊ JIYANÊ   Kûrt, bertek nîşanî polîtîkayên penaberiyê yên Tirkiyeyê jî da û di salên dawî de herî zêde penaber tên Wanê û got: "Qaçaxçiyên mirovan ji bo berjewendiyên xwe li benda zivistanê disekinin. Ji ber vê jî penaber zivistanê didin ser rêyan. Bi vî awayî mafê jiyanê tê binpêkirin. Jiyana penaberan ji aliyê çeteyan, qaçaxçiyên mirovan û dewletan ve bi awayekî sîstematîk tune tê hesibandin."    'DIBE KU EM BI SEDAN CENAZEYAN RE RÛ BI RÛ BIMÎNIN'   Kûrt, diyar kir ku wekî her sal îsal jî wer texmîn dikin ku ji bin berfê cenazeyên penaberan derkevin û got: "Li Wanê berf zêde hatiye û ev li deverên sînor zêdetir e. Li hin cihan berf du sê metreyan ketiye. Bi hatine biharê re dê berf bihele. Dibe ku em îsal jî bi sedan cenazeyan re rû bi rû bimînin."    Kûrt, destnîşan kir ku dê rêyên koçberiyê de jin û zarok rastî destdirêjiya qaçaxçiyên mirovan tên û got: "Em tevî saziyên jinan di warê hiqûqî û derûnî de piştgiriya van jin û zarokan dikin. Em dizanin gelek jinên nikarin ji bin vê trajediyê rabin û dixwazin xwe bikujin hene. Em dixwazin Tirkiye demildest poltîkayên xwe yên derbarê penaberan de rast bike û polîtîkaya bêcezatiyê bi dawî bibe."    'TIRKIYE DI POLÊ DE MA'   Kûrt, bilêv kir ku Tirkiye ji bo berjewendiyên xwe penaberan li hemberî dewletên din wekî "koz" bi kar tîne û got: "Li Tirkiyeyê mexdûriyeta penaberan nayê çareserkirin. Penaber gava tên di şert û mercên hîn xerabtir de dimînin. Êrişên bi saîqên nijadperestî tên kirin nayên cezakirin. Polîtîkaya penaberiyê ya Tirkiyeyê pir xirab e. Tirkiye di vî warî de di polê de maye."    MA / Mehmet Şah Orûç