Serokê Goç-Der’a Çûkûrovayê Guvenç jiyana xwe ji dest da 2022-02-15 10:37:25   MÊRSÎN - Serokê Goç-Der’a Çûkûrovayê Selahattîn Guvenç, ji ber xwîn rijiyaye ser mejiyê wî jiyana xwe ji dest da.    Serokê Goç-Der’a Çûkûrovayê û Berdevkê Meclîsa Penaberan û Koçê yê HDK’ê Selahattîn Guvenç, ji ber xwîn rijiyaye ser mejiyê wî, jiyana xwe ji dest da. Guvenç ê ji ber di 12’ê Sibatê de xwîn rijiyabû ser mejiyê wî, li nexweşxaneyeke taybet a Mêrsînê dihat dermankirin, duh bi şev jiyana xwe ji dest da. Guvenç wê bi merasîmeke li Goristana Çîftlîkkoyê were lidarxistin, bê veşartin.    GUVENÇ KÎ YE?   Guvenç, ê di sala 1956’an de li navçeya Palo ya Xarpêtê ji dayik bûbû, di salên 1980’an de bi awayekî çalak di nav têkoşînê de cih girt. Guvenç ê gelek caran hatibû binçavkirin û girtin, di rêveberiyên weke Navenda Giştî ya SES’ê, Akdenîz Goç-Der a bi KHK’ê hat girtin û gelek rêxistinên sivîl ên civakî de xebitî bû.