Cerdevanê ku dest dirêjî keçeke 16 salî kir hate berdan 2022-02-15 12:10:18   WAN - Cerdevanê bi navê Faîk Dûral ku li Payîzavayê dest dirêjî keçeke 16 salî kiribû û hatibû girtin, hate berdan. Hat zanîn ku Dûral zexta zewacê li keça 16 salî dike.    Li Taxa Repetîk a Payîzava ya Wanê cerdevanê bi navê Faîk Dûral di 23’yê kanûna 2021’an de dest dirêjî keçeke 16 salî kir.   Malbata keçikê giliyê cerdevan Faîk Dûral kir û li ser vê yekê jî Dûral hatibû girtin. Piştî girtina Dûral, xizmên cerdevan Dûral zext li keç û malbatê kirin û xwestin ku ji giliyê xwe lêve bibin. Ji ber zextan, malbatê giliyê xwe vekişand.   Hat zanîn ku Dûral hate berdan û li dadgehê soz da ku dê bi keçikê re bizewice û ji ber vê hatiye berdan. Li gorî agahiyan, cerdevan Dûral ji bo ku bi keça 16 salî re bizewice, zextê li malbatê dike.    Hêjayî bibîrxistinê ye ku li gundê Bozyîgît ê Payîzava ya Wanê jî cerdevanê bi navê Ziya Karakoç ji ber ku dest dirêjî jinekê kiribû, hatibû girtin.