Cenazeyê Guvenç hat veşartin 2022-02-15 14:06:04   MÊRSÎN - Cenazeyê Serokê Goç-Der’a Çûkûrovayê Selahattîn Guvenç ê di encama xwîna rijiyaye ser mejiyê wî jiyana xwe ji dest da, hat veşartin.    Cenazeyê Serokê Goç-Der’a Çûkûrovayê û Berdevkê Meclîsa Penaberan û Koçê yê HDK’ê Selahattîn Guvenç, ê ji ber xwîn rijiyaye ser mejiyê wî jiyana xwe ji dest da, hat veşartin. Cenazeyê kul i Goristana Mezîtliya Kevin hat şuştin piştî nimêja nîvro anîn Goristana Çîftlîkkoyê. Cenaze bi duayên kurdî yên hatin xwendin re hat veşartin.    Parlementera HDP’ê ya Mêrsînê Fatma Kûrtûlan, Hevseroka Giştî ya SKYP’ê Canan Yuce, rêveberiya Cemxaneya Mêrsînê, endam û rêveberên HDP’ê, DBP’ê, TJA’yê, AYKAY-DER’ê, TÛAY-DER’ê, SES’ê, GÎŞ-DER’ê, KESK’ê, DÎSK’ê, Goç-Der’ê, HDK’ê, ÎHD’ê û gelek welatî beşdarî merasîma cenaze bûn.    Şîna Guvenç li pêş mala wî ya li Taxa Akkent hat danîn.