Rêxistinên elewiyan: Em ê fatûreyên cemxaneyan ranezînin 2022-02-15 15:58:24   STENBOL - Rêxistinên elewiyan bertek nîşanî fatûreyên biha ku li cemxaneyan hatine birîn û cemxaneyê xistine statûya “kargehan” dan û diyar kirin ku ew ê fatûreyan ranezînin.    Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal (PSAKD), Federasyona Elewiyên Bektaşî, Weqfa Çanda Anadoluyê ya Hacî Bektaş Velî, Komeleyên Çanda Elewiyan û gelek saziyên sivîl, bertek nîşanî fatûreyên zêde yên ceyranê û gaza xwezayî ku li cemxaneyan hatine birîn û cemxaneyê xistine statûya “kargehan” dan. Saziyan li ber Dadgeha Çaglayana Stenbolê daxuyanî dan û rêveberên HDP, CPH’ê jî destek dan daxuyaniyê.    LI DIJÎ BAWERIYA ELEWÎTIYÊ CIHÊKARΠ   Serokê Giştî yê Weqfa Çanda Anadoluyê ya Hacî Bektaş Velî Huseyîn Guzelgul anî ziman ku her tişt li Tirkiyê teslîmî terîqatan hatiye kirin û saziyên elewî û demokratîk jî tên cezakirin. Guzelgul got DMME’yê ji bo cemxane bikevin statûya qanûnî biryar daye û lê hêj ev biryar li Tirkiyê nehatiye dayîn. Guzelgul destnîşan kir ku li hember baweriya elewîtiyê zimanek cihêkariyê tê bikaranîn û ev yek dibe sedema wê yekê ku li nava civakê belav dibe. Guzelgul got heta ew mafên xwe bistînin dê têkoşîna xwe bidomînin û fatûreyên biha hatine birîn jî nedin.    MESELE STATÛBÛN E    Serokê Giştî yê PSAKD’ê Ganî Kaplan jî anî ziman ku meseleya girîng ew e ku statû nadin cemxaneyan û ew li dijî nivîsandina “kargeh” ku ji bo cemxaneyan hatiye nivîsandin serî radikin. Kaplan destnîşan kir ku heta ku ji cemxaneyan re “kargeh” were gotin ango nivîsandin dê fatûreyên hatine ranezînin û fatûreyek roja Qesrê têra xwedîkirina bajarekî dike, lê bi vî awayî li ser saziyên elewiyan neheqiyê û zilmê dikin.    CIHÊKARΠ   Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglu jî destnîşan kir ku îktîdar û şîrketên girêdayî wê li dijî elewiyan cihêkariyê dikin.    MAFÊ WEKHEVIYÊ    Endama Desteya Rêveberiya Fedarasyona Bektaşî ya Elewiyan Dîlek Guneş li ser navê saziyan metna hevpar a dxuyaniyê xwend û got ew mafê wekheviyê dixwazin û her kesî vedixwînin ku li hember elewiyan wekhev tevbigerin. Guneş bertek nîşanî gotina “kargehê” ku li cemxaneyan kirine da û ew ê li dijî vê neheqiyê her bisekinin.