Parêzerê rojnameger Dûrgût pê re hevdîtin kir 2022-02-15 17:14:58   ŞIRNEX - Parêzerê rojnameger Zeynep Dûrgût pê re hevdîtin kir. Parêzer da zanîn ku li ser dosyayê biryara nepeniyê heye û heta niha jî îfadeyê wê nehatiye girtin.    Nûçegihana ajansa me Zeynep Dûrgût, di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê dabû destpêkirin de duh li Cizîrê hate binçavkirin. Parêzerê Dûrgût îro pê re hevdîtin kir.    Rojnameger Dûrgût li Gerînendetiya Ewlekariyê ya Şirnexê tê girtin û piştî qedexeya hevdîtinê ya 24 saetan, parêzerê wê pê re hevdîtin kir. Parêzer da zanîn ku rewşa tenduristiyê ya Dûrgût baş e û mirûzê wê xweş e. Parêzer destnîşan kir ku hêj îfadeya Dûrgût nehatiye girtin.    Her wiha parêzerê Dûrgût got ku biryara nepeniyê li ser dosyayê heye lewma jî nizanin bê ka bi kîjan sûcdariyê hatiye binçavkirin û dibe ku îfadeyê Dûrgût sibe bê girtin.