Li Agiriyê 5 kes hatin girtin 2022-02-15 18:54:01   AGIRÎ - Li Giyadînê ji 6 kesên di avêtina ser malan de hatibûn binçavkirin, 5 kes hatin girtin.    Li navçeya Giyadîn a Agiriyê ji 6 kesên di avêtina ser malan de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibûn binçavkirin, 5 kes hatin girtin. Kesên hatibûn binçavkirin piştî îfadeya li Qereqola Cendirmeyan îro sewqî Edliyeya Giyadînê hatin kirin. Dozgeriyê her 6 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin.   Dadgeriya Cezayê Sulhê bi heman îdiayê Îbrahîm Tûran, Nûrî Sari, Îsmaîl Mert, Alî Yaşar û kesekî navê wî nehat hînbûn girtin û Cengîz Vertan jî bi şertê kontrola edlî berda.