Dayika Bêrîvan Cizîrî jiyana xwe ji dest da 2022-02-15 21:10:03       ŞIRNEX - Kadriye Erîşen, dayika Bêrîvan Cizîrî ya bûbû sembola Newroza Cizîrê, jiyana xwe ji dest da.    Kadriye Erîşen, dayika Bêrîvan Cizîrî ya di sala 1992'yan de pêşengtiya Newroza Cizîrê kiribû, di 94 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Hat hînbûn ku Erîşen emeliyat bûye, lê nikaribûye ji bin barê emeliyatê rabe û jiyana xwe ji dest daye.   Cenazeyê Erîşenê îro danê nîvro li Goristana Asrî ya Cizîrê hat definkirin.