‘Ger em têbikoşin dê dewlet nikaribe neheqiyan bike' 2022-02-16 09:02:57 ENQERE - Serokê ÇHD'ê yê Şaxa Enqereyê Mûrat Yilmaz, diyar kir ku li girtîgehan prosedur nayên pêkanîn û got: "Ger em têbikoşin, dê dewlet nikaribe van neheqiyan bike."  Li girtîgehên Tirkiyeyê tahde, binpêkirinên mafan û muameleyên xirab her diçe zêde dibin. Her wiha girtiyên nexweş nayên dermankirina û jiyana xwe ji dest didin. Ji xeynî vê "cezayên" qediyane jî înfazên wan tên şewitandin û nayên berdan.    Serokê Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD) a Şaxa Enqereyê Mûrat Yilmaz, diyar kir ku pirsgirêkên li girtîgehan polîtîkayeke dewletê ye û got: "Bi çavê dijminan li girtiyan dinerin. Sedema sereke ya girtîgehan ev e."    ‘PROSEDUR NAYÊN PÊKANÎN'   Yilmaz, anî ziman ku girtîgeh di warê xwegigandina tenduristiyê de tim cihê pirsgirêkan e û ji bo girtiyên diçin nexweşxaneyan cihekî baş ku lê bimînin tune ye. Yilmaz, destnîşan kir ku li jêrzemînan, li deverên hewadariyên wan tune ne girtî tên tedawkirin û guh li proseduran nayê kirin.    ‘DESTEYÊN ÇAVDÊRIYÊ GIRÊDAYÎ WEZARETÊ NE'   Yilmaz, destnîşan kir ku desteyên çavdêriyê jî li gor dîtina dewletê tevdigerin û mafên girtiyan binpê dikin. Yilmaz got: "Desteyên çavdêriyê bi feraseta ku mafê kes biparêzin tevnagerin, bi feraseta ku dê kesa çawa ceza bikin û nikaribe derkeve tevdigerin." Yilmaz, diyar kir ku desteyên çavdêriyê bi piranî raporên neyînî berpêş dikin û dadgeriyên înfazê jî van raporan esas digirin û li gor wan biryarê didin û got: "Desteyên çavdêriyê li gor armanca ku hatine avakirin tevnagerin, ji lew re girêdayî Wezareta Dadê ne."    ‘ATK NE SERBIXWE YE'   Yilmaz, bal kişand ser rewşa Saziyên Tiba Edlî (ATK) jî. Yilmaz, destnîşan kir ku îqtidara siyasî ATK'yan li gor nêrîna xwe dîzayn kirine û çendî wisa hatibin berpêşkirin jî lê ne saziyên serbixwe ne.    ‘POLÎTÎKAYEKE KLASÎK A DEWLETÊ'   Yilmaz, bilêv kir ku neberdana girtiyên nexweş ên nikarin bi tena serê xwe jiyana xwe bidomînin bi kêrî kesî nayê û got: "Di meseleya Aysel Tûglûkê de jî rapora ATK'ê, ne di ser ya Zanîngeha Kocaeliyê re ye. Biryarên Zanîngeha Kocaeliyê biryarên zanistî ne, lê gava diçe ATK'ê em bi biryareke redkirinê re rû bi rû dimînin. Ev polîtîkayeke klasîk a dewletê ye."    TÊKOŞÎN   Yilmaz, destnîşan kir ku tenê ne derdora muxalif, bi awayekî giştî divê tevahiya civakê van tiştan bibîne û got: "Ciak divê bêyî ku cihêkariyeke siyasî yan jî edlî bike, xwedî reflekseke ji ya dewletê cudatir be. Dibe ku dewlet bi çavê dijminatiyê li wan mêze bike û bibêje 'ez ceza dikim, bernadim û tu yê li vir bimirî.' Lê divê civak bi vî çavî mêze neke. Ger em ji bo girtiyan têbikoşin, dê dewlet niakribe van neheqiyan bike. Dê nikaribe girtiyên nexweş di girtîgehan de bihêle û wan bikuje. Dê li gor prosedurê tevbigere."