Hemû binçavkiriyên li Amedê hatin berdan 2022-02-16 11:10:15   AMED - Li Amedê bi dehan welatî li ser îxbara “dê di 15’ê Sibatê de çalakiyan bikin” hatibûn binçavkirin. Hemû welatî duh piştî îfadeyê hatin berdan.    Di salvegera Komploya 15’ê Sibatê de ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê hatibû kirin, li Amedê 27 kes hatibûn binçavkirin. Hat zanîn ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê, li ser îxbara ‘ev kes dê bi sedema 15’ê Sibatê çalakiyan bikin’, derheqê welatiyan de biryara binçavkirinê da bû. Li ser vê yekê jî polîsan di 13-14’ê sibatê bi ser gelek malan de girt, bi dehan kes binçav kirin û birin Gerînendetiya Ewlekariyê ya Bajêr a Amedê.    Kar û barên îfadeyê yên welatiyan duh dest pê kirin û di saetên êvarê de jî piştî derxistin edliyeyê, hatin berdan.    Hat zanîn ku 3 welatiyên ji Qoser a Mêrdînê jî di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de hatibûn binçavkirin û anîbûn Amedê. Ev welatiye jî piştî îfadeyê hatin berdan.