Ronî: Daxwaza gelê kurd perwerdehiya bi zimanê kurdî ye 2022-02-16 11:33:09 AMED - Hevseroke MED-DER’ê Rifat Ronî derbarê hefteya roja 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de axivî û got: "Daxwaza gelê kurd a sereke perwerdehiya bi zimanê kurdî ye. Gelê me dixwaze zimanê kurdî bibe zimanê fermî. Îktidar dîsa dixwaze gelê kurd bixapîne." Rêxistina Perwerdeyê, Zanistê û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) di 17’ê Mijdara 1999’an de 21’ê Sibatê weke Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ragihand. Ji sala 2000’î û vir ve hemû netew vê rojê pîroz dikin. Bi vê minasebetê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) jî hefteya di navbera 17-23'ê sibatê de wek hefteya ziman ragihand. Di vê çarçoveyê de MED-DER'ê bernameyek têr û tije amade kir û bi raya giştî re belav kir. Hevserokê MED-DER'ê Rifat Ronî di çarçoveya bernameya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de li ser têkoşîna ji bo zimanê kurdî tê dayîn ji ajansa me re axivî. Ronî bal kişand ser polîtikayên dewletê yên li dijî zimanê kurdî.    GIRÎNGIYA 21’Ê SIBATÊ   Ronî qala dîroka 21’ê Sibatê kir û da zanîn ku ev roj ji bo gelên bindest girîng e. Ronî, destnîşan kir ku dewletê ji aliyê mafê perwerdehiyê ve gelê kurd bêpar hiştiye û wiha got: “Gelê kurd ji avabûna komarê û vir ve ji perwerdeya zimanê dayikê bêpar hatiyê hiştin û polîtîkayeke zext û zorê li ser gelê kurd tê meşandin. Bêguman gelê kurd dê di vê rojê de mafê perwerdeya zimanê dayikê di asta herî jor de bilind bike. MED-DER jî dê ji van çalakiyan re pêşengiyê bikê. Ji bo ku em vê daxwaza gelê Kurd hem ji aliyê hundirîn hem ji navneteweyî bigihijînin raya giştî ya cihanê, em ê bi awayekî çalakiyên pêwîst derxînin.”   DAXWAZA GELÊ KURD PERWERDEHIYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ YE   Ronî bal kişand ser qedexekirin û polîtikayên dewletê yên li ser zimanê kurdî û wiha berdewam kir: “ Rêvêberên dewletê 99 sal in zimanê kurdî qedexe dikin û polîtîkayên zext, zor û bişaftinê dimeşînin. Car caran jî rayedarên dewletê ji bo hêviyê bidin gelê kurd, ji Ewropayê re digotin ‘li welatê me jî demokrasî heye’ dersên bijarte, qenala trt kurdî û li zanîngehan beşên kurdî hatin vekirin. Lê daxwaza gelê kurd ewe ku ji dibistanan heta zanîngehan perwerdeya zimanê dayikê were dayîn.    'DIXWAZIN GELÊ KURD BIXAPÎNIN'    Ronî destnîşan ki ku dersên bijarte xapandine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo ku zimanêk zindî bimîne, pêşbikeve, bibê zimanê perwerdehiyê û jiyanê, pêwîste ji dibîstanê heta zanîngehê bibe zimanê perwerdehiyê. Lê em dibînin ku di demên dawî de bi dersên bijarte, dixwazin rojeva gele kurd û raya giştî ya demokratik îşgal bikin û gelê kurd bixapînin. Gelê kurd bi sed salan e têkoşîna zimanê xwe dimeşînê. Daxwaza gelê kurd ne dersên bijarte ye, TRT Kurdî ye û ne jî vekirina beşên kurdî ya li zanîngehan e, daxwaza gele kurd perwedehiya bi zimanê dayikê ye.”   BERNAMEYA HEFTEYA ZIMAN    Ronî diyar kir ku ji bo roja ziman wê heftekeykî çalakiyan li dar bixin û derbare çalakiyên ku li dar bixin de ev agahî dan: "Çalakiyên me di 17'ê sibatê e dest pê dikin. Di vê çerçove de xebatên me yek ji çalakiya bazaran e. Ji bo ku esnafên bazaran hişyarî û hişmendiya ziman li ber çavan bigirn. 21'ê Sibatê bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê  em ê li Qada Şex Seîd daxuyanî bidin çapemeniyê. Platforma Ziman û Tora Ziman jî wê derbarê xebatên xwe yên salekî de raporek ango daxuyaniyek eşkere bike. Heman rojê dê Baroya Amedê saet di 17.30'an de li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî panelek li ser ziman bi rê ve bibe."    'EM HER QADÊN JIYANÊ VEGUHERÎNIN JIYANEKE KURDEWAR'    Ronî di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ziman nasnameya mirovan e û ev bangewazî kir: "Ziman nasnameya devê mirovan e. Ziman stûna bingehîn a netewbûnê ye. Netewe ji bo ku hebûna xwe berdewam bikin, pêwîste ziman di warê perwerdehiyê de û zimanê jiyanê fermî be. Ji bo wê jî em bang li gelê kurd dikin; Ji bo ku gelê kurd perwerdehiya zimanê xwe bi dest bixe, divê meriv bêtir xwedî zimanê xwe derkeve. Dê û bav dibistanên zarokan in.  Em bang li dayik û bavan dikin ku zarokên xwe bi kurd perwerde bikin û bi wan re bi kurdî biaxivin. Divê her qadê bikin qada axaftina zimanê kurdî. Lazim e bi nivîsên xwe bi kurdî binivisînin. Em dibêjin pêwîste em bi kurdî bijîn û her qadên jîyanê veguherînin jiyaneke kurdewar."   'EM XWEDÎ LI HEBÛNA XWE DERKEVIN'      Mamosteyê MED-DER'ê Rêzan Aktulum jî anî ziman ku ziman azadiya mirovan e û ev roja girîng 21'ê Sibatê ji bo gelê kurd jî girîng e. Aktulum wiha got: "Zimanê kurdî her tim ji aliyê dewletê ve hatiye qedexekirin û astengkirin. Her wiha sed sal in zimanê me bi polîtîkayên dewletê tê asîmîlekirin. Ji ber vê yekê em bang li gelê xwe dikin û dibêjin werin tevlî bernameyên me bibin. Ziman hebûna me ye. Em xwedî li hebûna xwe derkevin."