TGS’ê bertek nîşanî nedayîna mûçeyê rojnamevanan da 2022-02-16 12:44:23   AMED - Nûnere TGS’ê yê Amedê Mahmût Oral bang li xwediyê rojnameya Yenîden Gunaydin ku hat girtin kir û xwest mûçeyê rojnamevanên lê dixebitîn bide.    Rojnameya Yenîden Gunaydin a li Amedê weşanê dikir, hefteyek berê dawî li weşana xwe anîbû. Rojnamevanên li wê rojnameyê dixebitîn heqê xwe nesitendibûn û ji kar hatibûn derxistin. Nûnera Sendîkaya Rojnamevanan a Tirkiyê (TGS) a Amedê ji bo heqê van rojnamevanan li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Nûnerê TGS’ê Mahmût Oral û rojnamevanên heqê xwe nesitendine beşdarî civînê bûn. Oral diyar kir ku çapemenî di serdemek zor de derbas dibe û got: “Hema bêje em her roj xebera ku hevpîşeyek me tê binçavkirin û gelek li deriyên dadgehan li edaletê digerin, dibînin. Niha 38 rojnamevan di hepsan de ne. Heke em qala derve bikin; ji bilî bextewariyek hindik, hemû welatî wek ku di hepsa servekirî de bin, xuya dike.”   XWEST HEQÊ ROJNAMEVANAN WERE DAYÎN    Oral destnîşan kir ku rojnamevan bi sansûr, otosansûrê û zextên patronan re rûbirû ne û her roj rojnamevan bêkar dimînin û li karwanê rojnamevanên bêkar zêde dibin. Oral diyar kir ku her roj rojnamevan bi gef û kedxwariya patronan re hevrû dimînin. Oral anî ziman ku patronê rojnameya Yenîden Gunaydinê Ahmet Aydin çav berdaye heqê rojnamevanan û got ew vê kedxwariya li hember rojnamevanên li wê rojnameyê dixebitîn û heqê wan nehatiye dayîn qebûl nekin. Oral xwest ev patron Ahmet Aydin tavilê mûçeyê rojnamevanên li wê rojnameyê dixebitîn bide û gazî wî dikin ku were li ser maseyê biaxivin û meseleyê çareser bikin.    ENCAM NEGIRTINE   Alî Abbas Yilmaz yek ji wan rojnamevanan e ku heqê xwe nesitendiye jî da zanîn ku piştî rojname hatiye girtin Ahmet Aydin gotiye ku wê meaşên wan dawî razîne û tezmînatên îxbar û qidemê ranezîne. Yilmaz got wan tu encam ji hevdîtinên ku kirine bi dest nexistine.