Ji bo nîşandana gorên Şêx Seîd û hevalên wî serî li wezaretê dan 2022-02-16 14:34:55 AMED - Baroya Amedê û Komeleya Şêx Seîd û Hevalên Wî, ji bo tespîtkirina cihê gorên Şêx Seîd û hevalên wî, serî li Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê dan.   Komeleya Şêx Seîd û Hevalên Wî û Baroya Amedê, bi mebesta ku cihên gorên Şêx Seîd û hevalên wî bên diyarkirin, serî li Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê dan. Têkildarî serlêdana îdarî, li eywana Konferansan a Tahir Elçî daxuyaniyek hat dayîn. Endamên komeleyê û parêzerên baroyê di daxuyaniyê de amade bûn.    SERÎ LI WEZARETÊ DAN   Serokê Baroya Amedê Nahît Eren di daxuyaniyê de axivî û da zanîn ku serlêdana wan a îdarî ne xebateke nû ye û wiha domand: “Ji sala 2019’an heta niha bi beşdariya Baroya Amedê, Komeleya Şêx Seîd û Hevalên Wî û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên Amedê, xebateke hevpar tê meşandin. Di vê pêvajoyê de gelek civîn hatin kirin lê pandemiyê bandorekî neyînî li xebatê kir. Di serdana komeleyê ya 3-4 meh berê de me dîsa ev xebat da destpêkirin. Ji bo tespîtkirina cihên gorên Şêx Seîd û hevalên wî, me biryar da ku pêvajoyeke hiqûqî bidin destpêkirin û xebateke hevpar bikin. Di civîna xwe ya roja duşemê de jî me çarçoveya dawî ya xebatê diyar kir. Di vê çarçoveyê de, hem wek endamên malbata Şêx Seîd û hem jî wek Baroya Amedê û Komeleya Şêx Seîd û Hevalên Wî, em ê bi mebesta tespîtkirina cihên gorên wan serî li Wezareta Karên Hundir bidin.”    'ZILMA HEYÎ BERDEWAM E’    Eren da zanîn ku ev nêzî sed sal in cihên gorên Şêx Seîd û hevalên wî nayên zanîn û zilma bi nedayîna cenazeyên wan re hatiye destpêkirin hêj jî didome. Eren bi domdarî wiha got: “Daxwaza hemû kurdan ew e ku cihên gorên wan bên nîşandan. Serlêdana me, serlêdaneke hiqûqî û îdarî ye. Li gorî hiqûqê jî muxatabê me Wezareta Karên Hundir e. Kesên ku bi biryara dadgehê hatine darvekirin, her bi biryar û berpirsyariya dewletê tên veşartin. Ji ber ku cenazeyên wan radestî malbatên wan nekirin û cihê lê hatine veşartin jî aşkera nekirine. Heke Wezareta Karên Hundir di nava mehekê de bersiva me nede, wê demê dê daxwaza me were redkirin. Heke ev agahî bi me re neyê parvekirin, em ê dozê vekin.”    BANGA PIŞTGIRIYÊ   Serokê Komeleya Şêx Seîd û Hevalên Wî Mehmet Kasim Firat jî axivî û ev tişt anî ziman: “Me 96 sal berê cenazeyên xwe xwestin lê nedan me. Encamek ji serlêdanên me jî derneket. Em ê wesiyeta wî bi cih bînin. Wesiyeta Şêx Seîd Efendî ev bû; ‘Hinek pereyên min, tizbî û berçavkên min hene. Dixwazim ku hûn van radestî varîsên min bikin. Bila zarokên min gora min çêbikin û tevî hevalên xwe merasîmekê bikin.' Ev tiştekî gelek girîng e. Me îro dest pê kir û dê heta dawiyê jî bidomînin. Bila nûnerên guh bidin vî dengê me û gelê me jî xwedî li dozê derkeve.”