ROJEVA 17'Ê SIBATA 2022'YAN 2022-02-17 09:00:45 * Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, qedexekirina zimanê kurdî û astengkirina wê weke “qirkirina çandî” pênase dike û wiha dibêje: “Ji ber ku ziman û çanda me hate qedexekirin, ev 50 sal in em têkoşîneke bêhempa didin. Xwedîderketina li ziman û çandê, peywira her kesekî ye.”  * Nûnerê Rojnameya Ozgur Gundemê yê Rihayê Kemal Kiliç 29 sal berê hatibû qetilkirin. Piştî qetilkirina wî xizmên wî navê wî li 40 zarokên xwe kirin û bi vî awayî xwedî li bîranîna wî derdikevin.    * Parlementerê HDP'ê Omer Ocalan diyar kir ku bandora Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a li Rojhilata Navîn bi awayekî zelal tê dîtin û got: "Ev paradîgma nirxên cewherî yên civakê didin der û dê li vê erdnîgariyê bi ruh û can bibe."    * Jinan bertek nîşanî fatûreyên ceryan û gazê û bihabûna beran da û diyar kirin ku xwe bi kîsikê ava germ germ dikin û xwestin zem bên betalkirin.    * Parêzer Îlke Işik îfadeyên berpirsê DAIŞ'ê yê Tirkiyeyê Kasim Guler ên di dosyeya Komkujiya Gara Enqereyê de nirxandin û got: "DAIŞ'iyên tiliya wan di komkujiyê de hîn jî bi awayekî çalak li ser kar in. Heya ev neyên girtin dê talûke bidome."    * Nobeda Edaletê ya malbata Şanyaşar dê di roja 346’an de berdewam bike.    * "Doza Akademiya KCK'ê" ya Haydar Ergul jî di nav de gelek kes jê tên darizandin wê li 22'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00-17.00)    * 46'emîn danişîna "Doza Sereke ya KCK'ê ya Stenbolê" ku gelek siyasetmedarên kurd jê tên darizandin wê li 3'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Strenbolê bê dîtin.    * Danişîna yekemîn doza li Hevseroka ÎHD'ê Eren Keskîn hatiye vekirin wê li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Dêrsimê bê dîtin. (10.00)   * Danişîna doza bersûcên firar ên Komkujiya 10'ê Cotmehê ya Gara Enqerê ku Erman Ekîcî ji sûcê mirovahiyê tê darizandin wê li 4'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê bê dîtin. (10.00)   * Danîşana doza derbarê 6 rojnamegerên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê ku bi KHK'ê hatibû girtin ji nû ve dest pê kir wê li 23'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)   * Danişîna doza rojnameger Bariş Bariştiran wê li 8'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê bê dîtin. (10.00-17.00)   * Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, wê li Navenda Giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00) ZINDÎ   * Bijîjkên malbatan, bi daxwaza başkirina mafên xwe wê li seranserê Tirkiyeyê dev ji kar berdin. (12.30)   * Nobetên edaletê yên malbatên girtiyan wê li Amed, Wan û Îzmîrê berdewam bikin. (13.00-16.00)   * Ji bo Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê wê MED-DER li Hala Amedê etîketên bi kurdî belav bike. (15.30)   * Înîsiyatîfa Piştevaniya Girtiyan, di çarçoveya "Kampanya ji Girtiyên Nexweş re Azadî" li Rawestgeha Metroyê ya Sogutluçeşmeyê ya Kadikoya Stenbolê danezanan belav bike. (17.00)