‘Paradîgmaya Ocalan dê li vê erdnîgariyê bi ruh û can bibe' 2022-02-17 09:02:37 ENQERE - Parlementerê HDP'ê Omer Ocalan diyar kir ku bandora Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a li Rojhilata Navîn bi awayekî zelal tê dîtin û got: "Ev paradîgma nirxên cewherî yên civakê didin der û dê li vê erdnîgariyê bi ruh û can bibe."  Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 23 sal in bi awayekî girankirî didome. Serlêdanên parêzeran û malbatê yên ji bo hevdîtinê jî tên astengkirin. Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Rihayê Omer Ocalan destnîşan kir ku Rêberê PKK'ê Ocalan Girava Îmraliyê veguherandiye grava berxwedan, têkoşîn û demokrasiyê.    Omer Ocalan, destnîşan kir ku komploya navdewletî ya 15'ê Sibatê ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah ocalan, bi awayekî organîzekirî hatiye çêkirin û tiliya gelek dewletan di vê komployê de ye û got: "Divê em bi vê zanibin. Di anîna Birêz Ocalan a Tirkiyeyê de tenê berpirs ne dewleta tirk e. Ne hêza Tirkiyeyê ne jî kapasîteya wê têra vê nedikir. Piştî hin bazarên navdewletî hin hin şert li Tirkiyeyê hatin ferzkirin û Birêz Ocalan di 15'ê Sibatê de radestî Tirkiyeyê hatin kirin."    ‘ÎMRALÎ GIRAVEKE BERXWEDANÊ YE'   Ocalan, destnîşan kir ku Rêberê PKK'ê Ocalan di 23 salan de Girava Îmraliyê veguherandiye girava demokrasî, têkoşîn û berxwedanê û fikirên wî jî li Rojhilata Navîn pir tên nîqaşkirin û axaftin. Ocalan got: "Birêz Ocalan, li Tirkiyeyê û Kurdistanê wekî aktorekî siyasî yê mezin rola xwe diparze. Gava pêwendî pê re tê danîn û fikirên xwe bi raya giştî re parve dike jî, di pozîsyoneke wisa de ye ku hemû hesasiyetên aliyan dide der."    ‘TECRÎD ZIRAREKE MEZIN DA TIRKIYEYÊ'   Ocalan, bibîr xist ku tecrîda li Girava Îmraliyê niha bi astengkirina hevdîtinên malbatê û parêzeran re kûrtir bûye û ev tecrîd zirareke mezin dide Tirkiyeyê. Ocalan got: "Tecrîdê, pirsgirêkên di navbera gelan de kûrtir kir. Ger di mekanîzmaya dewletê de lêgerînek ji bo çareseriyê û helwesteke demokratîk hebûna, dê ev lêgerîn bi awayekî li bara civakê bûbûna xwedî beranberiyek. Lê di çarçoveya Birêz Ocalan û dijminatiya li hemberî kurdan de sirf ji bo konsolîdekirina hin derdorên netewperest, blokajek afirand û sedemeke herî mezin a rewşa niha ya Tirkiyeyê jî ev e."    KRÎZA ABORÎ   Ocalan, destnîşan kir ku Tirkiye di nav krîzeke aborî ya mezin de ye û sedema vê krîzê jî ew e ku dewlet hemû derfetên xwe yên aborî di şerê li hemberî kurdan de û ji bo tecrîda li Îmraliyê bi kar tîne.    Ocalan, got: "Di şexsê Birêz Ocalan de hemû muxalif û derdorên din tên tecrîdkirin."    BERTEREFKIRIAN TECRÎDÊ   Ocalan, anî ziman ku di pêvajoya dawî de Tirkiye ketiye nav krîzeke siyasî û got: "Bûye korerêyek. Biryarê DMME'yê yên derbarê Birêz Ocalan û girtiyên din ên cezayê muebeda giran li wan hatine birîn de hene. Heger hûn nikaribin li welêt îstikrarê çêbikin û hûn veguherin pergaleke otorîter, dê encamên vê yên aborî, civakî û siyasî hebin. Xelasiya ji vê jî berterefkirina tecrîda li ser Birêz Ocalan e. Divê heyet, rojnamevan û akademîsyen biçin Îmraliyê û hevdîtinan bikin."    ÎQTIDAR DITIRSI   Ocalan ku got "Îqtidar ditirse ji fikirên Ocalan ku li cîhanê belav dibin" destnîşan kir ku fikirên Abdullah ocalan yekîtiya civakî esas digirin û ev yekîtî jî li dor nirxên demokrasiyê ne.    ‘DÊ KURD BIBIN XWEDÎ STATU'   Ocalan, anî ziman ku di vê sedsalê de kurd dê bibin xwedî statuyek mutleq û got: "Rojhilata Navîn û Kurdistan dê di sedsala 21'ê de şikil bigirin. Li vê erdnîgariya ku her kes bi awayekî qismî be jî şerê wekaletê dike, Birêz Ocalan pir zêde xwedî bandor e. Sedemeke tecrîdkirina Birêz Ocalan jî ev e. Dê cîhan û Rojhilata Navîn bi vî awayê rêvebirinê neçe. Ji bo Birêz Ocalan daxilî vê pêvajoyê nebe çi ji destê wan tê dikin. Tirkiye jî di vir de gardiyanî û notirvaniyê dike. Lê hewldanên wê bêhûde ne. Ev paradîgma nirxên cewherî yên civakê didin der û dê li vê erdnîgariyê bi ruh û can bibin."    KOMPLO   Ocalan, destnîşan kir ku bandora Birêz Ocalan a li Rojhilata Navîn bi awayekî zelal tê dîtin û ev yek her diçe berfirehtir dibe. Ocalan got: "Berbelavbûna vê bandorê, hêdî hêdî qewîbûna sazûmaniya li Rojavayê, li gelek deverên cîhanê sûdgirtina ji pirtûkên Birêz Ocalan û di şertên tecrîdê de jî ji aliyê wî ve domînekirina siyasetê hemû nîşan didin ku komplo pûç bûye."    TECRÎD   Ocalan, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku gelên Tirkiyeyê jî tevî Rêberê PKK'ê Abdullah ocalan tên tecrîdkirin û got: "Gelên Tirkiyeyê niha di nav krîzeke aborî ya pir mezin de ne. Tecrîda li ser Birêz Ocalan ewilî li ser kurdan hat pêkanîn û niha hêdî hêdî li ser gelê tirk jî tê pêkanîn. Îqtidar pirsgirêkên civakî bi hestên neteweyî konsolîde dike. Teqez divê gelên Tirkiyeyê berbayî vê lîstikê nekevin. Li vî welatî rastiyeke wekî ya şer heye û divê gelê tirk di çareserkirina demokratîk de israr bike."