Îfadeya Kasim Guler ê DAIŞ'î hat girtin: Kiryar çalak in û li ser kar in 2022-02-17 09:02:38 ENQERE - Parêzer Îlke Işik îfadeyên berpirsê DAIŞ'ê yê Tirkiyeyê Kasim Guler ên di dosyeya Komkujiya Gara Enqereyê de nirxandin û got: "DAIŞ'iyên tiliya wan di komkujiyê de hîn jî bi awayekî çalak li ser kar in. Heya ev neyên girtin dê talûke bidome."  Dê danişîna 14'an a doza Komkujiya Gara Enqereyê ya 10'ê Cotmeha 2015'an de li Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Enqereyê bê lidarxistin. Li gor agahiyên nû yên daxilî dosyeyê hatine kirin, E.G., hevjîna Ahmet Guneşê DAIŞ'î yê firar, hevjîna Mûstafa Dokûmaci û Ûlkar M. yê di lîsteya xwekujan a midûriyeta polîsan de bû, hatine berdan. Piştî daxwaza parêzeran Kasim Gulerê wekî berpirsê DAIŞ'ê yê Tirkiyeyê tê naskirin û par di meha Hezîranê de ji aliyê MÎT'ê ve hatibû girtin, daxilî nav dosyeyê hat kirin.    Ji Komîsyona Parêzeran a Doza Komkujiya Enqereyê ya 10'ê Cotmehê Îlke Işik, îfadeyên nû yên daxilî dosyeyê hatin kirin nirxandin.    ‘HEYA BERSÛCÊN FIRAR NEYÊN ZEVTKIRIN WÊ XUR BIBIN'   Işik, destnîşan kir ku li gor îfadeya Kasim Guler DAIŞ hê jî pergaleke zindî ye û got: "Guler, di îfadeyên xwe de derbarê Komkujiya 10'ê Cotmehê de hin tiştan dibêje. Ev îfadeyên wî nîşan didin ku heya bersûcên firar neyên zevtkirin bêtir xurt dibin. Jixwe em jî ji roja roj de dibêjin divê bersûcên firar bên darizandin. Heya niha 16 bersûcên firar tenê tên darizandin, lê ev li ku ne, dewlet ji bo girtina wan çi dike, Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Enqereyê ji bo wan çi dike? Em van pirsan ji roja roj de dipirsin. Lê gelek daxwazên me yên di vî warî de tên redkirin."    ‘BI AWAYEKÎ ÇALAK LI SER KAR E'   Işik, destnîşan kir ku ji bersûcên firar 3 heb jê li kampan e, lê du salin ji bo vê tiştek nehatiye kirin û got: "Nebûna vê jî me di îfadeyên Kasim Guler de dîtin. Di dosyeya me de Nûsret Yilmaz wekî endamekî rêxistinê yê ji rêzê tê xuyakirin, û doz jî bi vî awayî hatiye vekirin. Lê Kasim Guler, dibêje 'Waliyê Tirkiyeyê bû, peywira wî pir girîng bû.' Dibêje, Ahmet guneş jî di nav koma walîtiya Tirkiyeyê de bûye û rêvebir bûye. Dibêje, bersûcê firar Omer Denîz Dundar niha bi awayekî çalak li ser kar e. Îfadeyên Guler, nîşan didin ku heya ev DAIŞ'iyên bersûcên Komkujiya Enqereyê neyên zevtkirin, tdê talûke bidome ji bo her kesî. Jixwe ji ber ku berê nehatibûn zevtkirin, piraniya wan niha firar in."    Işik, da zanîn ku dê Kasim Guler li Dadgeha Cezayê Giran a 20'an a Enqereyê bê darizandin û dê di danişînê de îfadeya wî bibêjin û dê bixwazin ku wek şahid bê guhdarkirin. Işik, bilêv kir ku gava jinên DAIŞ'î jî wekî şahid dane axaftin xwe gihandine gelek agahiyên nû û lewma ji bo girtina bersûcan û zelalkirina komkujiyê dê doza gelek tiştan bikin.    ‘JI BO EWLEHIYA HER KESÎ'   Işik, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku Komkujiya Enqereyê tenê bi malbatên xizmên wan jiyana xwe ji dest dane ne sînordarkirî ye û got: "Hê jî agahiyên derbarê DAIŞ'ê de tên. Hê jî hin kes hene planan dikin û hin kes hene divê bên astengkirin. Divê tevdîrek baş bê girtin ji bo elewhiya her kesî. Em baş dizanin her ku DAIŞ li Sûrîyeyê têk şikiya hat Tirkiyeyê. Li aliyê din j xebatên wê hê jî didomin û di nav vana de bersûcên dosyeya me hene. Di sala 2015'an de tiştekî hov pêk anîn. Em behsa 5 komkujiyên li Tirkiyeyê dikin. Lewma ev doz ji bo ewlehiya hemû eksên cîhanê pir girîng e. Em dixwazin hemû bersûc bên dîtin û darizandin. Lewma şopandina dozê pir girîng e. Em jî ji bo vê hewl didin."    MA / Zemo Aggoz