Malbata Şenyaşar: Em ê heta kengê bisekinin? 2022-02-17 11:42:01   RIHA - Malbata Şenyaşar a ku Nobeda Edaletê didomîne vê peyamê belav kir: “Em ji îktidarê dipirsin? 346 roj in em li ber edliyê ne, ji bo qanûn werin sepandin, hûnê heta kengê bisekinin!”    Beriya hilbijartina 24’ê Hezîrana 2018’an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî ferdên malbata Şenyaşar kirin û sê ferdên malbatê kuştin. Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) ji bo di dozê de edalet pêk were ji 9’ê Adara 2021’an ve li ber Edliyeya Rihayê Nobeda Edaletê pêk tînin. Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 346’yemîn de li ber edliyê berdewam dike. Emîne Şenyaşar ji ber nexweş e nehat nobedê. Ferît Şenyaşar ji Pirsûsê hat ber Edliyeya Rihayê û li ber pankarta ku ferdên malbata wî hatine qetilkirin, dest bi nobedê kir.    Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal vê peyamê belav kir: “Em ji îktidarê dipirsin? 346 roj in em li ber edliyê ne, ji bo qanûn werin sepandin, hûnê heta kengê bisekinin! Serdozgerê Rihayê @yenicerionder bi hin kesan bawer dibe û sûc dike. Yên ku sûcê mirovahiyê dikin bila werin darizandin.”