Danişîna ‘Doza KCK’a Stenbolê’ hat taloqkirin 2022-02-17 13:41:10   STENBOL - Heyeta dadgehê di “Doza Sereke ya KCK’a Stenbolê” de xwest ku 12 kesên ku parastina wan nehatiye girtin, di danişînê de werin amadekirin.    Danişîna 47’emîn a “Doza Sereke ya KCK’a Stenbolê” li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat lidarxistin. Di doza ku 205 siyasetmedarên kurd jê tên darizandin, hin siyasetmedar û parêzer di danişînê de amade bûn.    Gelek parêzer û siyasetmedaran hêcet nîşan dan û beşdarî danişînê nebûn. Heyeta dadgehê ji ber hatibû guhertin, zabitên berê hatin xwendin. Di danişînê de ewil hat gotin ku bultena sor a derbarê nivîskar Ragip Zarakolu hatiye derxistini nehatiye bi encamkirin.    Dadgehê biryar da ku dewama girtinê ya derbarê Alî Durç, Alî Gozel, Hayrî Eser, Ramazan Demîr, Seyfettîn Ayyildiz û Ergîn Çelîk ji bo îfadeyê wan were girtin berdewam bike.    BIRYARA ANÎNA BI DARÊ ZORÊ    Heyeta dadgehê biryar da ku Alaattîn Guneş, Dîdem Tanrigoren, Mehmet Doymaz, Salîh Baykal, Bîrgul Avras, Bulent Çakici, Cuneyt Ozîl, Îbrahîm Siyahkaya, Mustafa Polat, Yasîn Emektar, Zekî Şahîn û Sûna Varsak ku îfadeyên wan nehatine girtin, ji bo parastinê di danişîna bê de bi darê zorê bên amadekirin. Dadgehê danişîn taloqî 2’yê hezîranê kir.