Nûçegihana me Durgut birin edliyê 2022-02-17 14:22:53   ŞIRNEX - Nûçegihana me Zeynep Durgut a 4 roj in li Cizîrê di binçavan de ye, birin edliyê.    Nûçegihana ajansa me Zeynep Durgut di çarçoveya lêpirsînek ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Şirenxê ve hat destpêkirin, di 14’ê sibatê de li malê hat binçavkirin. Durgut a 4 roj in li Midûriyeta Polîsan a Şirnexê di binçavan de ye, piştî karûbarên îfadeyan birin Edliyeya Şirnexê. Biryara “nepeniyê” li ser dosyeya Durgut hatiye dayîn. Di binçavan de nûçeyên wê ku li ser medya dîjîtal belav kiriye û îfadeyên “şahidê nepen” jê kirine. Tê payîn ku dozgerî îfadeyên Durgut bigire.