Cezayê Parlamenterê HDP'ê Bulbul hat erêkirin 2022-02-17 15:10:32   AMED - Dadgeha Edliyeya Herêmê ya Amedê, 6 sal û 3 meh cezayê ku bi angaşta "endamtiya rêxistinê" li Parlamenterê HDP'ê Kemal Bulbul hatibû birîn erê kir.    Ji ber tevlîbûna civîn, komxebatên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û axaftinên ku kirine bi angaşta "endamtiya rêxistinê" doz li Parlamenterê HDP'ê yê Antalyayê Kemal Bulbul hatibû vekirin û 4'emîn Ddadgeha Cezaya Giran a Amedê di 26'ê mijdara 2020'an de 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Bulbulê birîbû. Parêzerên Bulbul cezayê ku li hatibû birîn li 9'emîn Daîreya Dadgeha Edliyeya Herêmê ya Amedê, îtîraz kirin. Dadgehê îtîraza parêzerên Bulbul red kir û 6 sal û 3 meh cezayê ku lê hatibû birîn erê kir.    Hatiye bîrxistin ku rêya Dadgeha Bilind ji bo îtîrazê vekiriye.