‘Şewitandina înfaza girtiyan li dijî edaletê ye’ 2022-02-17 16:52:49   AMED - Yek ji dayikên ku çalakiya xwe ya nobetê didomîne Reşahat Ada diyar kir ku şewitandina înfaza girtiyan li dijî edaletê ye û dijminane ye.    Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin li Baroya Amedê dane destpêkirin di roja 94’emîn de berdewam dike. Yek ji dayikên ku çalakiya xwe ya nobetê didomîne Reşahat Ada, diyar kir ku 3 mehan zêdetir e daxwaza edaletê dikin lê ji rayedaran tu bersiv negirtine. Ada, bi lêv kir ku şewitandina înfaza girtiyan li dijî edaletê ye, dijminane ye û wiha got: “Heta ku edalet pêk neyê em ê li vir rûnin û daxwaza edaletê bikin. Divê êdî çareseriyekê bibînin. Em heta Enqereyê çûn. Em li wir hemû saziyan geriyan dîsa jî ji wir dest vala vegeriyan.”     ‘SÊ HEFTE NE NIKARIM BIÇIM HEVDÎTINÊ’   Ada, bi lêv kir ku di demên dawî de li girtîgehan pêkanînên li dijî mirovahiyê diqewimin û wiha axivî: “Li girtîgehan zext û îşkenceyê li zarokên me dikin, cezayên hucreyê didin wan. Ez ji ber cezayên dîsîplînê 3 hefte ne nikarim biçim hevdîtinê. Em tenê agahiyekê jî nikarin ji wan bigirin. Em li pişt zarokên xwe ne û xwedî li têkoşîna wan derdikevin.”