Komîsyona Têkel biryar da ku parlementeriya Guzelê bê betalkirin 2022-02-17 19:10:24   ENQERE – Di Komîsyona Têkel de biryar hat dayîn ku mafê destnedayînê yê Parlementera HDP'ê Semra Guzel bê betalkirin.   Komîsyona Têkel ku endamên wê ji yên Komîsyona Qanûna Bingehîn û Edaletê pêk tên, ji bo betalkirina mafê destnedayîna parlementeriya Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel li hev kom bû. Komîsyonê biryar da ku mafê destnedayînê yê parlementeriya Guzelê bê betalkirin.    Piştî vê dê biryara Komîsyona Têkel hefteya bê sewqî Desteya Giştî bê kirin. Piştî hevdîtinên Desteya Giştî dê ji bê biryarê dengdayîn pêk bê. Di dengdayînê de dê rewşa parlementeriya Guzelê diyar bibe.