Li Şirnex, Mêrdîn û Mêrsînê 50 kes hatin berdan 2022-02-17 21:43:47     NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeyên Şirnexê Silopiya û Cizîrê, li Mêrsîn û Mêrdînê ji kesên hatibûn binçavkirin 50 kes hatin berdan.    Li navçeyên Şirnexê Cizîr û Silopiyayê di 14 Sibatê de bi awayekî serwext di avêtina ser malan de gelek kes hatibûn binçavkirin. Ji kesên hatibûn binçavkirin 14 kes piştî îfadeyên li midûriyeta polîsan sewqî Edliyeya Şirnexê hatin kirin. Dozgeriyê her 14 kes bi şertê kontrola edlî sewqî dadgehê kirin. Dadgeriya Cezayê Sulhê jî Mehmet Celîl Tokay, Bariş Akçakaya, Serhat Sîdar, Velî Kayaalp, Dogan Şavlûk, Ziya Dûrmûş, Ramazan Soyler, Husnu Tokak, Tûran Ûçar, Selahattîn Ormanli, Ridvan Ozmen, Nesîm Sayin, Dîcle Akdag û kesê bi navê Hasan ê paşnavê wî nehat hînbûn bi şertê kontrola edlî berdan.    LI MÊRSÎNÊ JÎ 28 KES HATIN BERDAN   Li Mêrsînê jî ji 43 kesên di 12-13'ê SIbatê de hatibûn binçavkirin 14 kes duh hatibûn berdan. 28 kes jî îro piştî îfadeya li midûriyeta polîsan sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê hatin kirin û dadgeriyê ew bi şertê kontrola edlî berdan.   Hat hînbûn ku welatiyekî ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê navê wî nehat hînbûn jî hê di binçavan de ye.    LI MÊRDÎNÊ JÎ 8 KES HATIN BERDAN   Li navenda Mêrdînê û navçeyên wê jî ji kesên di 14-15'ê Sibatê de di avêtina ser malan de hatibûn binçavkirin 8 kes jê piştî îfadeya li midûriyeta polîsan sewqî Edliyeya Mêrdînê hatin kirin. Dadgeriya Cezayê Sulhê her 8 kes bi şertê kontrola edlî berdan.    Tê payîn ku kesên mayî yên di binçavan de jî dê sibê sewqî edliyeyê bên kirin.