‘Gefa qeymeqamê Qisleyê tê nixumandin' 2022-02-18 09:04:05 DERSIM - Qeymeqamê Qisleyê Ûgûr Tûtkan bi komeke çekdar gef li rêvebiriya cemxaneyê xwaribû. Hevserokê Giştî yê DAD'ê Mûstafa Kûlû got: "Ên diqewimin zext, înkarkirin, biçûkxistin, qirkirin û bişavtin in."  Di 3 salên dawî de bi hincetên cuda 60 hezar TL ceza li Komeleya Cemxaneya Duzgin Bava ya navçeya Qisle ya Dersimê hat birîn. Piştî rêvebirên komeleyê daxuyandin ev ceza dijî hiqûqê ne, Qeymeqamê Qisleyê jî li cemxaneyê wêneyek bi komeke çekdar re girtibû û bi vê gotinê belav kiribû: "Em ê hêza dewletê nîşan bidin." Piştî van gefan, Waliyê Dersimê jî ji bo wêneyê bi komeke çekdar re hatibû girtin gotibû, "Ev wêne ji bo rûmetyarkirina hêzên ewlehiyê hatiye girtin."    Bertekên li dijî daxuyaniyên qeymeqam û walî didomin. Hevserokê Giştî yê Komeleyên Elewîyên Demokratîk (DAD) Mûstafa Kûlû anî ziman ku ya hatiye afirandin feraseta tekparêz a sunî (hanefî) ya tirk e û ev feraset guh li cudatiyên welêt nake.    Kûlû, got: "Tevahiya cîhanê dizane. Duzgin Bava kabeya me ye. Kabeya Rêya Heq e. Tevahiya elewiyên Tirkiyeyê tên wir, qurbanên xwe ser jê dikin û îbadeta xwe dikin. Lê feraseteke li ser asasê tekparêziyê vêya qebûl nake. Lewma gefên wan ji bo wan tiştên asayî ne. Ji lew re qeymeqamê çûye wir jî û waliyê çûye wir jî gotina serokkomar esas digirin. Elewiyên Tirkiyeyê û gelên din bi van tiştan re rû bi rû ne. Ên diqewimin zext, înkarkirin, biçûkxistin, qirkirin û bişavtin in. Tişta niha tê serê me jî ev e."    Kûlû ji bo daxuyaniya walî ya derbarê qeymeqam de jî got: "Wêneyekî wisa li cihwarekî wisa nayê girtin. Ev bi zanebûnî hatiye kirin. Hadê em ferz bikin ji bo rûmetyarkirina xebatkaran e. Lê peyvên bilêv kirin wê çawa bên ravekirin?"    ‘SER GEFÊ DINIXUMÎNIN'   Kûlû, bibîr xist ku Komeleya Cemxaneya Duzgin Bava, bi salan e xebatên xwe li cemxaneyê dike û tapoya cemxaneyê aydê keyayê gund e û ji bo doza derbarê komeleyê de jî ev tişt gotin: "Di tapoya ku midûriyeta tapoyê daye de, qadeke 20 hezar metrekare wekî qada îbadetê hatiye tescîlkirin. Helbet qanûnên welêt hene. Kes ne di ser qanûnan re ye. Heger li wir hîleyek hebe dadgeh hene. Dê her kes li gor biryara dadgehê tevbigere. A esas jî ev e. Lê daxuyaniya walîtiyê ji bo nixumandina gefê bû."