Rojnamevan Dûrgût: Hin kes ji rastiyan aciz dibin 2022-02-18 09:49:33 ŞIRNEX - Nûçegihana me Zeynep Dûrgût ku bi hêceta parvekirinên medya dîjîtal û “şahidê nepen” hatibû binçavkirin û duh hat berdan wiha got: “Me bi vê binçavkirinê careke din dît ku hin kes çawa bi nûçeyên rast ên em çêdikin aciz dibin.” Polîsan di 14’ê Sibatê de bi ser mala nûçegihana me Zeynep Dûrgût a li navçeya Cizîra Şirnexê de girtin. Dûrgût a desten wê bi pişt ve hatibû kelemçekirin, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê ku bi hêcetên parvekirinên medya dîjîtal û “şahidên nepen” dabû destpêkirin de hatibû binçavkirin. Ji bo dosya lêpirsînê biryara nepen hat dayîn. Rojnamevan Dûrgût 4 rojan li Miduriyeta Polîsan a Cizîrê hat ragirtin. Dûrgût a duh sewqî Edliyeya Şirnexê hatibû kirin, piştî îfadeya dozgeriyê ji aliyê Dadgeha Ceza ya Sûlhê bi şertê kontrola edlî hat berdan.    ‘MIN BI XWE VÊ CARÊ BÊHIQÛQÎ JIYA’   Dûrgût a li Şirnexê rojnamevaniyê dike 3 caran hatibû binçavkirin û derbarê wê de 4 lêpirsînên cuda hatibûn vekirin. Dûrgût, diyar kir ku polîsan di serdegirtina malê ya di 14’ê Sibatê de destên wê bi pişt ve kelemçekirine, birine li maşîneya zirxî siwarkirine û da zanîn ku di nava maşîneyê de demekî dirêj bi awayekî ters kelemçekirî hatiye rawestandin. Dûrgût, bi lêv kir ku ji tundiya serdegirtina mala xwe re ne biyanî ye û wiha got: “Ez her roj serdegirtinên polîsan ên li ser malên gel dikim nûçe. Ji mirovan bêhiqûqiyên di dema serdegirtinan de jiyane dibîhizim û dîmenên wan dikişînim. Vê carê min bi xwe bêhiqûqiyên ku min dikirin nûçe jiya.”    ‘ÇIMA TU VAN NÛÇEYAN ÇÊDIKÎ?’   Dûrgût, a bi lêv kir ku herkes şahidê nûçegihaniya wê ye, wiha axivî: “Di bin çavan de ne weke rojnamevanekê weke ‘endameke rêxistinê’ mûamele li min kirin. Ez çar rojan di bin çavan de mam, di vê pêvajoyê de xwestin ajansa ez tê de dixebitim îllegalîze bikin. Nûçeyên ku em çêdikin weke nûçeyên ku li dijî hiqûqê bin wergirtin dest. Ji min pirsa çima ez ne nûçeyên magazînê an jî nûçeyên rûpelên sêyan çênakim nûçeyên civakî çêdikim pirsîn. Rojnamevan wê bi xwe biryar bide ka dê kîjan nûçeyê çêbike. Tu kes nikare ji rojanamevan re bêje nûçeyên bi vî awayî çêbike.”   ‘ACIZ DIBIN’   Dûrgût, anî ziman ku weke rojnamevanek her roj di qadê de ye û wiha berdewam kir: “Berî ku min binçav bikin dikarîn li min bigerin û gazî îfadeyê bikin. Ez karekî veşartî nakim. Ji ber vê yekê xwestin bi vê binçavkirinê karê min asteng bikin. Li herêma Şirnexê gelek binpêkirinên mafan diqewimin. Weke rojnamevanek nikarim bi awayekî azad karê xwe bikim. Li dijî me gelek astengkirin hene. Lê tevî van zext û astengiyan em karê xwe didomînin. Em diziyê, tundiyê nakin û kesê nakujin. Armanca me ewe ku bibin dengê gel. Me bi vê binçavkirinê careke din dît ku hin kes çawa bi nûçeyên rast ên em çêdikin aciz dibin.”   ‘EZ Ê NIVÎSANDINÊ BIDOMÎNIM’   Dûrgût, destnîşan kir ku hem nûçeyên jinan hem jî nûçeyên civakî çêdike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema em niha lê dinêrin herî zêde li Tirkiyeyê tundî li jinan tê kirin. Ez jî li vir dixwazin bibim dengê jin û zarokên tên îstîsmarkirin. Ji vir û şunde çi ji destê min bê ez ê bikim. Ez ê nûçeya her tiştê ku dibînim û dibim şahid çêbikim. Em ê tu car ji nivîsa rastiyan tawîz nedin.”    ‘ALIKARIYA FÎZÎKÎ JÎ GIRÎNG E’   Dûrgût, spasiyên xwe pêşkeşî kesên ji ber binçavkirinê bi wê re di nava piştevaniyê de bûn kirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dema rojnamevanek tê binçavkirin, pêwîste ji her alî ve xwedî lê bê derketin. Qasî ku li ser medya dîjîtal lê xwedî lê tê derketin divê bi awayekî fîzîkî jî xwedî lê bê derketin. Bi dehan hevalên me yên rojnamevan îro li girtîgehê tên ragirtin. Bi taybetî xwedî derketina bi awayekî fîzîkî girîng e.”   MA / Omer Akin