Doza DÎAYDER'ê: Em li dadgehên Engîzîsyonê tên darizandin 2022-02-18 12:47:08 STENBOL - Siyasetvan û hiqûqzanan diyar kir ku doza li meleyên kurd hatiye vekirin li dijî hiqûqê ye. Mele Yûsûf Înal destnîşan kir ku ji ber alîgirên heq û edaletê ne li dadgehên Engîzîsyonê tên darizandin.  Li dijî meleyên endamên Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Meleyan (DÎAYDER) di 3’yê tîrmehê de operasyona binçavkirinê hatibû kirin û 28 kes hatibûn binçavkirin. Tevî Serokê Komeleyê Ekrem Baran 8 kes di 9’ê tîrmehê de hatibûn girtin. Baran jî di nav de 8 girtî 23 kes ji dozê tên darizandin. 23 kes ji vê îdianameyê bi îdiayên wek “endamtiya rêxistinê” û “alîkariya rêxistinê kirine” tên darizandin. Derbarê 5 kesan de jî biryara dozvenekirinê hat dayîn. Danişîna ewil a doza meleyan li 14’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê tê lidarxistin.   Beriya danişînê endamên DÎAYDER’ê, malbatên meleyên girtî, rêveberên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), rêveberên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), rêveber û parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl li ber deriyê C’yê yê edliyê li hev kom bûn û daxuyanî dan.     ‘EM LI DADGEHÊN ENGÎNÎZSYONÊ TÊN DARIZANDIN’    Destpêkê endamê DÎAYDER’ê mele Yûsûf Înal axivî û ji bo piştgiriya dozê spasiya mêvanan kir û wiha got: “Hevalên me ji bo edaletê, aştî, mirovatî û îslamiyeta rast xwestine tên darizandin. Kî çi dibêje bila bêje em û hevalên me li dadgehên Engîzîsyonê tên darizandin. Îro rojek bimbarek e. Mixabin di vê roja bimbarek de em li edliyê li edaletê digerin. Dadgeh ji edaletê dûr e. Em hêvî dikim ku ji dadgehê edalet derkeve.”    ‘XEBATÊN LEGAL WEK ÎLEGAL HATINE NÎŞANDAN’    Parlementerê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglu jî axivî û da zanin ku darizandina tê kirin, bê hiqûqî ye û wiha got: “Em îro ji bo hevalên xwe yên zilma girtinê li wan tê kirin, li vir in. Divê ku hevalên me bên berdan û birayara beraatê bidin wan. Lê xuyaye ku hevalê me bi hiqûqî hatine girtin. Em bi bêhiqûqiyê re rûbirû mane. Akin Gurler ê ku vê dozê bi rê ve dibe, em wî ji berê de nas dikin. Ew bi biryarên xwe sosret tê nasîn. Li ser fermanên siyasetê dozan vedikin û biryara edalet û hiqûqê didin. Em di warê darazê de baş dizanin ku li Tirkiyê çi diqewime. Hevalên me bi ‘terorê’ tên sûcdarkirin. Çi eleqeya hevalên me bi ‘terorê’ heye. Tiştek îspat nekirine. Delîlek di destê dadger û dozgeran de tune ye. Xebatên hevalên me îlegal nîşan didin. Em bi dozên wiha pêkenok re rûbirû dimînin.”     ‘HEDÊ KESÎ NÎNE ZIMANÊ KURDÎ BIÇÛK BIKE’    Gergerlioglu anî ziman ku bal kişand ser terorîzekirina zimanê kurdî ya di îdianameya meleyan de û got: “Zimanê kurdî zimanekî ku Xwedê daye gelê kurd. Çi ziman dibe bila bibe, biçûkkirina zimanê kurdî ne hedê tu keesî ye. Xebatên hevalên me û her wiha xebatên partiya me yên legal jî wek îllegal tên nîşandan.”   ‘JI BER BAWERÎ Û ZIMAN TÊN DARIZANDIN’    Parlementerê HDP’ê yê Stenbolê Alî Kenanoglu jî da zanin ku ew sedêma vê operasyonê baş dizanin û got: “Xebatkarên DÎAYDER’ê ji ber ku bi zimanê xwe îbadet kirine û bi zimanê xwe yê dayikê baweriya xwe kirine tên darizandin. Mirov ji ber bawerî û xebatên xwe tên darizandin. Em vê darizandinê qebûl nakin.”    ‘DELÎL BÊHIQUQÎ NE’     Parêzer Serhat Çakmak ê endamê OHD’ê jî destnîşan kir ku ev seyda hemû ji bo edaletê û aştiyê tên darizandin û wiha got: “Em carek din bi darizandinek ku bi fermanên siyasî hatine amadekirin, rûbirû ne. Wek her carê dîsa têkoşîna hiqûqê li ber çavan nayê girtin. Mixabin ferdên gelê kurd tê darizandin. Lê belê em dîsa dizanin ku naveroka vê darizandinê jî kevn e. Lêpirsînek ji sala 2007’an dest pê dike ye. Paşê kirine dozname û mijara darizandinê. Axaftin û çalakiyên meleyan ên berê îro kirine mijara dozê. Em vê yekê qebûl nakin. Ev sûcdariyên ku tên kirin hemû bêhiqûqî ne.”    Piştî daxuyaniyê mele, parêzer û siyasetmedar derbasî avahiya dadgehê bûn.