Dozgeriyê îtîrazî beraeta 4 rojnamevanan kir 2022-02-18 13:10:24   AMED - Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê îtîrazî beraetkirina 4 rojnamegerên ku e-postayên Wezîrê Enerjiyê yê berê Berat Albayrak kiribûn nûçe kir.   Serdozgeriya Komarê ya Stênbolê îtîrazî biryarên derbarê rojnameger Omer Çelîk, Tûnca Ogreten, Mahîr Kanaat, Derya Okatan, Eray Sargin û Metîn Yoksû ku e-postayên Wezîrê Enerjiyê yê berê Berat Albayrak kiribûn nûçe û ku bi îdiayên "endamtiya rêxistinê" , "propagandaya rêxistinê" , "astengkirina pergala agahdarkirinê" û "tunekirina daneyan"  doz li wan hatibû vekirin de hatibûn dayîn, kir.    Danişîna biryarê ya doza derbarê 6 rojnamevanan de hatibû vekirin di 31’ê Kanûna 2021’an de li 29’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hatibû dîtin.    Di danişînê de dozger mutalaaya xwe ya ku danişîna navberê de pêşkêş kiribû û bi sûcdariya "dayîn ango bidestxistina daneyan a derveyî hiqûqê" xwestibû rojnameger bên cezakirin. Şandeya dadgehê, ji sûcdariya "Propagandaya rêxistinê" biryara beraetkirina rojnamegeran dabû. Heyetê dadgehê, Derya Okatan ji hemû angaştan beraet kiribû. Li gel vê heyeta dadgehê, Kanaat ji sûcdariya "endamtiya rêxistinê" û Ogreten jî ji sûcdariya "rexmî ku ne endamê rêxistinê ye jî li ser navê rêxistinê sûc kiriye" beraet kiribû.    SERDOZGERIYÊ ÎTÎRAZÎ BIRYARÊ KIR   Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê jî têkildarî biryarên ku dadgehê derbarê Omer Çelîk, Derya Okatan, Metîn Yoksû û Eray Sargin de dabûn îtîrazî Dadgeha Herêmê kir.    Serdozgeriyê, parast ku Okatan a ji sûcê “dayîn ango bidestxistina daneyan a derveyî hiqûqê” beraet kiribû, tevî 3 rojnamevanên din ji cezayê “propagandaya rêxistinê” bên cezakirin.